Serok Reşîd 22mîn Salvegera Şehadeta Ayetullah El-Hekîm bibîr anî
Îraq 05:34 PM - 2025-01-04
Malpera serokatiyê
Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd
Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd îro beşdarî merasîma bibîranînê ya li salona mezin a Bexdayê bû, ku bi serperiştiya ofîsa taybet ya Rêzdar Seyîd El-Hekîm hat lidarxistin. Di çalakiyê de 22’yemîn salvegera şehadeta ayetulah Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm hat bibîranîn û roja şehîdên Iraqê hat rêzgirtin.
Serok Reşîd di axaftina xwe de salvegera şehadeta Ayetullah Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm wek bîranîneke bi êş ji bo me hemûyan bi nav kir. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me şervan û têkoşerekî jiyana xwe ji bo azadiya Iraqê û avakirina dewleteke dadperwer-dewleta azadî û demokrasiyê ji dest da.”
Serokomar bal kişand ser rola girîng a Ayetullah Hekîm di yekxistina opozîsyona Iraqê di salên dîktatoriyê de.
Her wiha bal kişand ser dilsoziya ayetulah Hekîm a ji bo yekîtiya neteweyî û got: Rola wî di yekrêziya pêkhate, mezheb û nasnameyên cihê yên Iraqê de di avakirina dewleteke demokratîk de girîng bû.’’
Serok Reşîd balkişand li ser kêşeyên navçeyî û tekezî li ser pabendbûna Iraqê bi pêşxistina diyalog û hevkariyê kir.
"Em rijd in ji bo şerê li dijî terorê û yekkirina hewlan ji bo bidestxistina ewlehî, aştî û pêşketinê," wî got. "Bi rêya diyalog û hevtêgihiştinê em armanc dikin ku aramiya herêmê vegerînin û daxwazên gelên wê yên ji bo jiyanek azad û bi rûmet pêk bînin."
Serokomar her wiha tekezî li ser xema Iraqê ji bo pêkvejiyana aştiyane û nehiştina êrişan kir û got: Em pêbend in bi wê yekê ku xaka Iraqê ti carî wek platformek ji bo êrîşkirina li dijî ti cîranan neyê bikaranîn.’’
Di dawiyê de Serok balkişand li ser giringiya yekrêziya niştimanî û hewlên hevbeş ji bo bihêzkirina serxwebûn, ewlehî û pêşketina Iraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

