222 hezar Êraqî ji Sûriyê hatin vegerandin

Îraq 12:02 PM - 2024-12-29
Kerkûk PUKMEDIA

Kerkûk

Sûriyê Êraq

222 welatiyên Enbar, Selahedîn û Nînewa ji Sûriyê hatin vegerandin.

Hejmarek welatiyên Êraqî ku li navçeyên Girê Spî, Idlib, Ezazî û Serê Kaniyê bûn, vegeriyan malên xwe yên li Kerkûk, Nînewa, Selahedîn û Enbarê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê wêneyek ji PUKMEDÎAyê re hatiye şandin ragihand: 126 welatiyên Êraqî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bûn, ji deriyê Îbrahîm Xelîl li Zaxo vegeriyan Êraqê û biryare di rojên pêş de kerwaneke din vegerin.

Her weha ev vegerîna bi hemahengiya Balyozxaneya Êraqê li Tirkiyê, Konsulxaneya Êraqê li Gazî Entabê û ofîsa Duhokê ya Wezareta Veguhestinê ya Êraqê hat cîbicîkirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike