Neteweyên Yekgirtî: nêzî 730 hezar li kempa awareyan li bakurê rojavayê Sûriyayê ne
Kurdistan 04:38 PM - 2024-12-27
Ajans
Awareyên Sûriyê
Neteweyên Yekgirtî ragihand ku, nêzî 730 hezar welatiyên Sûriyeyî li kempa awareyan li bakurê rojavayê Sûriyayê ne bi tayîbet li Idlibê û derdora Helebê li bakurî dijîn û hevrûşî lehî û baranên dijwar bûne.
Nivîsîngeha Hevahengiya Karûbarên Mirovî Neteweyên Yekgirtî parve kiriye ku, li destpêka sala 2024ê lehî û reşebayên dijwar bûne sedema têkdana 8800 çadirên awareyan, zêdebarî wê yekê ku nêzî hezar çadiran ji wan 260 çadirên ku hene bi temamî pûç bûn.
Rêxistina Navdewletî ya Koç (IOM) aşkere kir ku 7 Milyon û 200 Hazar kes li Sûriyê aware ne û metirsiya mirovî li wî welatî di rojevê de ye û ragihand jî ji sedî 90 xelkê Sûriyê li jêr hêla hejariyê dijîn û 16 Milyon kesên din jî pêwîstiya wan bi hevkariya mirovî heye.
Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber rewşa ewlekariya Sûriyê û aloziyên wê di heyama 14 salên bûrî de, 16 Milyon welatiyên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.
Ji sala 2011ê ve ku nerazîbûn û xwenîşandan û serhildan li dijî Rijêma Esed li Sûriyeyê çê bûn, hêzên Beşar Esed ji bilî girtina bi sedan hezar kesan, piraniya parêzgeh û bajarên xwe bobmebaran kirin, lewma xelkê Sûriyeyê di wê demê de bo navxweya Sûriyeyê û welatên derdorê û Ewropayê aware û penaber bûn.
Neteweyên Yekgirtî eşkere kiriye ku, 13 milyon Sûriyeyî bi neçarî bûne penaber, tevî wê yekê ku 174 hezar kes tenê li sala 2023ê di nav Sûriyeyê de aware bûn, bi vî awayî jî hejmara awareyên navxwe yên Sûriyeyî digehe nêzî 7.2 milyon kesan, 6.5 milyon kesên din jî li welatên rojava daxwaza mafê penaberîtiyê kiriye.
Neteweyên Yekgirtî ji aliyekî din ve jî got, “Ew hejmar karesateke mirovî nîşa me dide, ew jî çîroka şkestineke mezin e.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

