Êraq temamkarê mûçeyê meha Mijdarê ji Herêma Kurdistanê re dişîne
Kurdistan 12:10 PM - 2024-12-26
PUKMEDIA
Pereyên Êraqî
Biryar e di çend rojên
bê de hikûmeta federal mûçeyên meha Mijdarê yên Herêma Kurdistanê bişîne.
Nûnerê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Bryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Biryar e di
rojên pêş de hikûmeta federal mûçeyê meha Mijdarê yê fermanberên Herêma
Kurdistanê temam bike.
Got jî: zaniyariyên ku
di destê me de hene, amaje bi wê yekê dikin ku hikûmeta federal dê di demek
nêzîk de mûçeyên karmendan dabîn bike û em hêvîdar in ku bo sala bê hikûmeta
herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bigihin rêkeftineke dawî bo bidawîkirina
pirsgirêka dayîna mûçeyên karmendan li herêma Kurdistanê.
Wezareta Darayî ya
Federalî zêdetirî 631 milyar dînar wek terxankirina mûçeyên meha Mijdarê yên
Herêma Kurdistanê şandibû, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast kir ku ev
mûçe têra dayîna mûçeyan nake û li bendê temam kirina wê ye.
Temamkirina mûçe
Li gorî şopandina çapemeniyê ya PUKMEDIA, hikûmeta federal ji bo meha Mijdara îsal 631 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan şandiye, ji bo dayîna mûçeyên mehekê jî pêwîstiya hikûmeta herêmê bi 996 milyar dînar heye û kêmasî têde heye.
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê hizra gihandina 215 milyar dînarên din ji 430 milyar dînarên din dike, ku biryar bû di çarçoveya bûdceyê de ji bo dabînkirina kêmasiya mûçe were veguheztin, ji bo dabeşkirina mûçeyan. Ji bo temamkirina mûçeyên 10ê Mijdarê yekem dayîna 215 milyar dînar ji Wezareta Darayî hat şandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

