Berdevkê Desteya Geştûguzarî: Em amade ne bo pêşwazîkirin li geştiyaran

Kurdistan 09:51 AM - 2024-12-25
Geştiyar PUKMEDIA

Geştiyar

Geştyar

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê bi boneya Sersalê xwe ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amade dike û li bendê ye ku pêşwazî li zêdetirî 300 hezar geştyar bike.

Ji bo pêşwazîkirin li geştiyaran amade ye

 

Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî plan û amadekariyên ku me kirine, em pêşbînî dikin di sersalê de zêdetirî 300 hezar geştiyar serdan bikin.
Got jî: Cihên geştyarî yên giştî û taybet bo pêşwazîkirina geştyaran hatine amade kirin û me hemû amadekarîyên pêwîst kirine.
Ji bo geştiyaran hemû pêdiviyên pêwîst tên peydakirin

 

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê dibêje: Salane hejmara geştiyarên ku tên Herêma Kurdistanê zêdetir dibe û ev jî bi saya pêşxistina jêrxana sektora geştiyariyê ye, ji ber ku di sala borî de nêzîkî 7 milyar û 500 milyon dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Got jî: Tiştekî din ê ku bûye sedema aktîvkirina tevgera geştyarî ew e ku li hemû deverên Herêma Kurdistanê hêsankarî ji geştyaran re tê dabînkirin û li deriyên sînorî û xalên pişkinînê bi baştirîn şêwe pêşwazî li wan tê kirin.

 

Li Herêma Kurdistanê gelek deverên geştiyariyê hene

 

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê dibêje: Li Herêma Kurdistanê 3100 cihên me yên geştiyariyê hene ku xizmet pêşkêşî geştiyarên ku tên Herêma Kurdistanê dikin.

Got jî: 468 hotêlên me yên mezin û 280 hotêlên me yên biçûk hene, ji bilî wan 10 parkên seyrangehê, nêzîkî 600 xwaringehên geştyarî, 700 kafeyên geştyarî û zêdetir ji 700 kompanîyên geştyarî hene.

Got jî: 54 komelgehên me yên geştyarî jî li herêma Kurdistanê hene, ji bilî bi dehan cihên din yên xizmetguzarîyê bo geştyaran pêşkêş dikin û em hêvîdar in hemû cîhan pabendî wan rênimayiyên ku ji alîyê dezgeha geştûguzariyê ve hatine dayîn, bin.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket