Serok Bafil: Em piştgiriya diyalog û çareseriya aştiyane dikin
Kurdistan 09:00 PM - 2024-12-23
Ofîsa çapemeniyê ya Serok Bafil
Serokê YNKê û konsûlê Rûssiya
Li Silêmaniyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rûbîn kir.
Her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyê ji bo parastina berjewendiyên sereke û aramiya navçeyê kirin.
Her wiha li ser bûyer û pêşhatên dawî yên siyasî li Rojhilata Navîn bi taybet rewşa Sûriyê gotûbêj kirin. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê diyalog û jihevtêgihiştin bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û tekez kirin ku divê di çarçoveya welatekî aram de mafên hemû civakan bên parastin.
Serok Bafil bal kişand ser helwesta YNK'ê ya di hemû mijaran de û wiha got: “Siyaseta me şopandina çareseriyên aştiyane û diyalogê ye. Em piştgiriya her destpêşxeriya ku li ser parastina mafên gelê kurd û dabînkirina aramiya herêmê be. Şert û mercên niha yên li Sûriyê pêwîstî bi têgihiştin û hevkariyeke rasteqîne heye. Em hêvîdar in ku her kes bi vê exlaqê ji bo siberoja gel û refaha welatiyan têbikoşe."
Di civînê de pêkanîna hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê mijareke dinê axaftinê bû û Serok Bafil ragihand: “Di vê qonaxê de guhertina radîkal di proseya hikûmetê de pêwîstiyeke girîng e. Divê hikûmeta bê bi awayekî adil xizmetên xwe pêşkêş bike. Divê ew hêz û nûjenkirina Kurdistanê bike armanc, ne ku ji bo berjewendîyên partîyan cudakarî û manîpulekirina desthilatdariyê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

