Parêzgarê Kerkûkê: Emê bê cudahî xizmetguzariyê pêşkêşî hemû taxan bikin
Kurdistan 02:21 PM - 2024-12-23
PUKMEDIA
Rêbwar Taha, parêzgarê Kerkûkê
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha dibêje:’’ Îdareya Kerkûkê ya hemû partî û pêkhateyan e û erkê hikûmetê ye ku xizmeta gel bike.Me bê cudahî projeyên xizmetguzariyê gihandiye piraniya taxên Kerkûkê û ji bo vê yekê jî hikûmeta Iraqê alîkariya me kiriye.’’
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha di kongreyeke rojnamevanî de got: "Pêwîstiya me bi hikûmeta Iraqê heye ji bo birêvebirina karûbarên parêzgeha Kerkûkê û temamkirina projeyên parêzgehê piştgiriyekî darayî ya baş daye me û aliyên siyasî yên Iraqê jî hemû piştgiriya xwe bo me nîşan dane."
Wî zêde kir:“Rêvebiriya Kerkûkê ya hemû partî û civakan e û di vê heyama kurt de me karî peywendiyên di navbera rêveberiya bajar û kolanan de ava bikin û em hewl didin van peywendiyan baştir bikin û erkê hikûmetê ye ku ji bo xizmetkirina xelkê kar bike. ‘’
Her wiha got:“Sibe 24-12-2024 li Bexdayê li gel wezîrên pispor di karûbarên Kerkûkê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê ya Kerkûkê, fînansekirina projeyan û mijara nûkirina kelha Kerkûkê emê biaxivin.’’
Li ser kar, wî got: ‘’Parêzgar, encûmena parêzgeh û rêveberiya Kerkûkê dê biryarê li ser wergirtina 7000 kesan bidin ku diviyabû pêştir bihatana ragihandin, lê ji ber hin pirsgirêkên elektronîkî li ser malpera me, ragihandina wan dereng ket.’’
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha got: Em ê rasterast û bê sansur navê karmendan ragihînin.Pêwîstiya xelkê bi xizmetguzarî û projeyan heye û niha bi alîkariya Wezareta Plandanan a Iraqê me karî bê cudahî projeyên xizmetguzariyê bigihînin piraniya taxên Kerkûkê, di heman demê de em rêzê li biryara dadgehê digirin û em pabendî her biryarekê ne.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

