Şîretkarek: YNK daxwaza çareseriya pirsa mûçeyan li Bexdayê dike

Kurdistan 02:47 PM - 2024-12-22
Diravên Îraqî PUKMEDIA

Diravên Îraqî

Mûçe

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ji bo çend mijarên girîng li Bexdayê ye û li gorî yek ji şêwirmendên Serok Bafel: Pirsa mûçe û rewşa darayî ya Herêma Kurdistan`ê digel serkirdeyên Êraqê û daxwaza çareseriyê kir.

Bêstûn Fayêq; Şêwirmendê Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafel Celal Talebanî ji PUKMEDIA re ragihand:Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi rayedarên Êraqî re civiya û mijara mûçe û rewşa darayî ya Herêma Kurdistan`ê gotûbêj kir bo bi mererma gihîştin bi çareseriyek bingehîn ji bo mûçeyên herêmê.

Fayêq got: Yekalîkirina pirsa mûçeyên fermanberên herêmê mercê YNK`ê ye ji bo pêkanîna kabîneya nû û ji bo vê çendê jî projeyeke berfireh amade kiriye û hemû hewlên xwe didin ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe berî pêkanîna kabîneya nû.

Ew şîretkarê YNK`ê got jî: Mijareke din ya gotûbêjên di navbera Serok Bafil û berpirsên Bexdayê de, rewşa Sûriyê ye, ku divê di gelek waran de bi cidî were gotûbêjkirin, ji ber wê jî gotûbêjkirina vê mijarê bû mijareke din a gotûbêjên Bexdayê.

Nêrweyî: YNK`ê piştevaniya Tewtîn`ê dike

Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serok Bafil piştgiriya Tewtîna mûçeyên mûçexweran dikin, Berpirsl Burda Ragihandina YNK`ê dibêje: YNK’ê derbarê rêgirîkirin li cî bi cîkirina Tewtîna mûçeyên fermanberên herêmê; li dijî hikûmetê tedbîrên yasayî girtiye û li dadgeha Bexdayê gilî kiriye.

Endamê Serkirdatî û Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji kanala Gelî Kurdistan re ragihand; YNK û Serok BafIl piştevaniya Tewtîna mûçeyên mûçexweran dikin, ku daxwaziya fermanberan e jî, hevdem Tewtîn biryara Dadgeha Federalî ye û bi temamî yasayî ye, hemû parêziehên din yên Êraq`ê girêdayî vê biryarê ne.

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li ser rêgirîkirin li cî bi cîkirina Tewtîna mûçeyên fermanberên herêmê û bi zorê neçarkirina fermanberan ji bo vekirina hijmara bankê di Hijmara Min de li bankên ne hikûmî, “tedbîrên yasayî girtiye ber û gilî li dadgeha Bexdayê tomar kiriye û em li benda encamê ne û emê pabendî biryara dadgehê bin,di demekê de ku çend caran gilî hatiye paşdaxistin û em hêvîdar in ku bi zûtirîn dem biryar liu ser wê giliyê bê dayîn, û emcamê wê di berjewendiya xelkê Kurdistan`ê de be.

Her çend yek ji girîngtirîn mijarên ku Serok Bafil dê bi serkirdeyên Êraq`ê re gotûbêj bike, çareseriya bingehîn ya pirsgirêka mûçeyên mûçexwerên herêmê ye,di heman demê de Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) di çarçoveya hewlên xwe yên ji bo cî bi cîkirina Tewtînê û bi dawîkirina Hijmara Min ku bi zorê li ser mûçexwerên herêmê tê ferzkirin, li dadgeha Bexdayê giliyek tomar kir ku dadgehê ew gilî pesend kir.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike