Piştî rûxana Beşar Esed
Kurdistan 01:27 PM - 2024-12-18
Medya
Alaya Tehrîr EL-Şam
Siyasetmedar û şirovekarên
siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê daxwaza yekrêziya mala Kurdî dikin daku
mafên xwe li Rojavayê Kurdistanê bidest bixin, herwiha ji bo çareserkirina
pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji her cure diyalogê re
amade ne û tekez jî dikin ku Sûriyeya niha pêdiviya xwe bi karîzmayeke weke
Serok Mam Celal Talebanî heye, da ku aliyên siyasî û pêkhateyan li ser heman
maseyê bicivîne û bigihêje rêkeftinekê û çareseriyê.
Hevpeyvîn bi Îbrahîm
Qamîşloyî re
Li hemberî kurdan
bêdeng in
Dr.Ehmed Berekat
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji Kurdistan New re got: Yên ku niha
li Sûriyê desthilatdar in, piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, li hember Kurdan
bêdeng in û ti tiştekî neyînî li hember Kurdan negotine. Di vê qonaxê de derbarê niyeta wan a li hember
mafên gelê Kurd de agahiyên kêm di destê me de ne.
Amaje bi wê yekê jî
kir ku diyaloga Kurdî û Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser mafên Kurdan ti
encam nedaye û nekokî berdewamin û her diçe zêdetir dibin, lewma divê hemû
aliyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê rewşa awarte ya xelkê Rojavayê
Kurdistanê û penaberan berçav bigrin.
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd D.Ehmed Berekat:
Partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyê divê nekokiyên xwe bidin aliyekî û bi yek ref serdana Şamê bikin ji bo bihêzkirina mafên Kurdan
Naxwazin Kurd bibin yek
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê tekez kir ku: Pêwîste aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê nekokiyên xwe bidin aliyekî û bihevre serdana Şamê bikin bo misogerkirina mafên neteweya Kurd di Sûriya nû de, lê mixabin di nav tevgera siyasî ya kurdî de hin alî hene ku naxwazin kurd di nav xwe de yekgirtî bin û xwe ji mafên miletê xwe li Sûriyê berpirsiyar nabînin.
Wî jî got:Nabe ti hêzeke Kurdî cuda serdana Şamê neke, divê şandeke ku nûnertiya hemû partî û civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi yek projeyekê serdana Şamê bike û em ê bi vî awayî bi serkeftî bin. lê mixabin tu hêviyek ji avakirina şandeke yekgirtî ya Kurdistanî nemaye.
Di Sûriyeya nû de roleke sereke hebê
Dr. Ehmed Berekat li ser rola Kurdan di Sûriyeya nû de got: Ji ber ku Kurd di dirêjahiya dîrokê de li Sûriyê civakeke sereke û blindest bû û neteweyeke ku li ser mafên xwe israr dike.pêwîsta rola wê di sûryeya nûh de hebê, Heger ev sêzdeh sal in gelê Sûriyê bindest bûye, wê demê em Kurd bûne bindest û ev sed sal in ku mafên me hatine paşguhkirin, nemaze piştî damezrandina Komara Erebî ya Sûriyê.
Ji bo Kurdan qonaxeke dîrokî
Îro qonaxeke dîrokî ye ji bo Kurdan û derfetek ji bo bihêzkirina mafên vî gelî di Sûriyeya nû de, helbet ev yek wê bi hewldan û yekrêziya Kurdan pêk were.
Derbarê Desteya Tehrîr Şam de D. Ehmed Bereket dibêje: Em bi rêkûpêk Tehrîr El-Şam nas nakin. Berê pêwendiya me bi opozisyona Sûriyê re hebû û me nêrîna hev zanî, lê ezmûna me li Helebê bi Desteya T.Ş re heye, ji bo parastina her du taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û helwesteke wan ya baş li hember kurdên Helebê heye.
Pêdiviya Sûriyê bi karîzmayeke weke Mam Celal heye
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê tekez kir ku Sûriyeya niha pêwîstî bi karîzmayeke weke Rewanşad, Serok Mam Celal Talebanî heye ku hemû hêz û pêkhateyên siyasî li ser yek maseyê bicivîne.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nûh
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

