Herêma Kurdistanê.. Serjimêriya giştî bidawî hat û 20 hezar serjimarvan beşdarî proseyê bibûn

Kurdistan 10:33 AM - 2024-12-18
Rêveberê cibicîkar ê Serjimariya Giştî ya Niştecih û xaniyan li Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman  PUKMEDIA

Rêveberê cibicîkar ê Serjimariya Giştî ya Niştecih û xaniyan li Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman

Serjimêrî

Roja Şemiya borî, serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan ku di heyama meha borî de li Êraq û Herêma Kurdistanê hatibû encamdan, bidawî hat.

Erk 100% hatin temam kirin

 

Rêveberê cibicîkar ê Serjimariya Giştî ya Niştecih û xaniyan li Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman ji PUKMEDIA re ragihand: Pêvajoya serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraq û Herêma Kurdistanê baş bi rê ve çû û hevkariyeke baş a welatiyan bi tîmên me re hebû.

Mehmûd Osman her wiha got: Kar 100% temam bûne û me karî hemû hevwelatiyan bihejmêrin û zanyariyên wan bi baştirîn şêwe têxin nav sîstema navendî.
Nêzî 20 hezar serjimêrvan beşdarî proseyê bûn

 

Mehmûd Osman dibêje: Nêzîkî 20 hezar serjimarvan di serjimêriya giştî ya nifûsa Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, lîsteyên terxankirina wan serjimarvanan hatin amadekirin û ji bo dayina mûçeyên wan ji bo mamostayan, karmendan û derçûn lîste kontrol kirin û piştre dê terxanên wan ên aborî bên belavkirin.

Wî diyar kir, serjimarvanan karên xwe bi başî û bi serkeftî pêk anîn, û ev yek jî pêgeha wan bi mebesta destnîşankirina di sektorên giştî û taybet de di pêşerojê de bihêztir dike, ji ber ku ev serjimêrî bû sedema bihêzkirina ezmûna wan.

 PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket