Swîsreyê komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas kir
Kurdistan 12:03 AM - 2024-12-18
Ajans
Parlamentoya Swîsreyê
Parlamentoya Swîsreyê bi dengdanekê komkujiya ku sala 2014an li Şingalê li Kurdên Êzidî hat kirin bi fermî nas kir.Parlamentoya Swîsreyê bi 105 deng erê û 61 deng jî na da komkujiya ku li Kurdên Êzidî hatiye kirin.
Swîsreyê komkujiya Kurdên Êzidî şermezar kir û ragihand:“Êzidî bi awayekî sîstematîk hatine koçberkirin.Destdirêjiya seksî li wan hat kirin û şûnwarên wan ên çandî hatin wêrankirin.”Komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê Parlamentoya Swîsreyê ve wekî bersiveke sûcên DAIŞê yên 3ê Tebaxa 2014an hat dîtin.
Parlamentoyê bangî hikûmetê kir ku ji bo van sûcan û tezmînkirina mexdûran zextê li qada navneteweyî bike.Parlamentoya Swîsreyê raporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tîma Lekolînê ya ji bo Cezakirina Tawanbarên DAIŞê ya Îraqê (UNITAD) ku 10ê Gulana 2021ê hatibûn weşandin teqdîr kir.
Parlamentoya Swîsreyê her wiha koçberkirin, destdirêjî û kuştinên ku bi armanca komkujiya li Kurdên Êzidî hatine kirin bi tundî şermezar kir.Ev biryar beriya niha ji aliyê Komîsyona Siyaseta Derve ve hatibû qebûlkirin.Biryar piştî pêşniyara Komîsyona Siyaseta Derve ya Parlamentoya Swîsreyê ku 4 û 5ê Çiriya Paşîn bi 12 dengan li dijî 10 dengên na û dengekî bêalî hat qebûlkirin.
Komîsyona Siyaseta Derve ji Parlamentoya Swîsreyê xwest ku di rûniştinê de pêşnûmeya komkujiyê bikeve rojevê.Di rûniştinê de li ser navê Komîsyonê endama Partiya Sosyal Demokrat Molîna Fabîan axivî û diyar kir ku komkujiya ku DAIŞê li Kurdên Êzidî kiriye ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belgekirin û îsbatkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

