Talebanî: Divê di Sûriyeya nû de mafên kurdan bên parastin
Kurdistan 05:45 PM - 2024-12-17
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Talebanî û fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê General Kevin Lehî civiya û got, divê mafên Kurd ware paraztin.
Di civînê de ku roja sêşemê (17.12.2024) li Hewlêrê birêve çû, pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên navçeyê bi taybet rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Di vê derbarê de, Qubad Talebanî got, tevî hin nîşanên erênî ji Sûriyê, lê rewş bi giştî hestiyar e. Hêvî kir ku di Sûriyeya nû de mafên hemû civakan, bi taybetî yên Kurdan bên parastin.
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Cîgirê Serokwezîr got, pêwîste Kurd di vê rewşê de yekdeng bin û pêgeh û mafên wan di Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk de werin garantîkirin.Mijareke din a hevdîtinê jî metirsiya grûpên terorîstî bi taybetî DAIŞê li ser aramiya navçeyê bû û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku DAIŞê hîn metirsiyeke mezin e.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî spasiya hêzên hevpeymaniya navdewletî kir ku li operasyonên xwe yên li dijî terorîstên DAIŞê berdewam dikin.
Di beşeke din ya civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de civîna dawî ya şanda danûstandinan a YNK û PDKê bi erênî hate nirxandin û tekezî li ser pêngavên pratîkî bo pêkanîna hikûmeteke bibandor li ser esasê parastina berjewendiyên hemû welatiyên Herêma Kurdistanê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

