Şanda YNK`ê ji bo civîna digel PDK`ê gihîşte Pîrmam

Kurdistan 10:27 AM - 2024-12-17
Logoyê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK)  PUKMEDIA

Logoyê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK)

YNK PDKê

Biryare îro Sêşem rêkefta (17-12-2024) an YNK`ê û PDK`ê ji bo pêkanîna hikûmetê û xistina kar parlemana Kurdistan`ê li Pîrmam bicivin.

Se`idî Ehmed; Pîre Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) bi malpera fermî ya YNK`ê PUKMEDIA ragihand ku; îro Sêşem rêkefta (17-12-2024) an şanda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatine diyarîkirin li Pîrmam dicivin.

Se`idî Pîre got: Armanca civînê gotûbêjkirine li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistan`ê û xistina kar parlemana Kurdistan`ê; hevdem got: Ji ber rewşa hestyar ya deverê û guhertinên li Sûriyê em bi baş dizanin ku gotûbêj derbarê wê babetê bê kirin.

YNK`ê ragihand ku pirsa mûçeyên mûçexwerên herêmê tewerek din ya civînê dibe di demekê de ku mûçexwe çend heyv in mûçeyên xwe wernegirtine û ev jî bûye sedema xirabûna rewşa jiyana xelkê û bandoreke nerênî li ser dewama xwendingeh û fermangehan kiriye.

Ev yek di demekê de ye ku roja (30-11-20214) an şanda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) li bargeha Mekteba Siyasî ya YNK`ê ji bo heman pirsê yekem civîna xwe encam dabû, ku şanda YNK`ê bi serokatiya Qubad Talebanî Endamê Mekteba Siyasî û Derbaz Kosret Resûl, Rêwaz Fayêq, Nîzar Amêdî, Rizgar Hacî Heme endamên mekteba siyasî bû, hevdema şanda PDK`ê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û BI endamtiya Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab, Umêd Sebah bû.

YNK û PDK: Divê lihevkirin ji bo civîNa yekem ya parlemanê hebe

PUKMEIDA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket