Parleman li benda lihevkirina aliyan e
Kurdistan 12:29 PM - 2024-12-14
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistan`ê
Nêzîkî 15 roj in yekem civîna parlemana nû ya Kurdistan`ê bi
serpereştiya namzedê herî temendirêj yê civînê hat lidarxistin; lê heya niha
aliyên derveyî parlemanê li ser çawaniya pêkanîna kabîneya nû lihev nekirine; parlemanterekî berê yê parlemanê jî got: Ji aliyê yasayî ve çi pirsgirêk
nîne ku parleman demeke dirêj ji bo bidawîkirina rûniştina yekem bigire.
Rewşa herêmê pêwîstî bi parleman û hikûmeteke bi bandor heye
Balambo Mihemed ; parlamenterê berê yê Parlemana Kurdistan`ê
ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand; eger
parleman piştî civîna yekem demeke dirêj; ji bo dengdana li ser kabîneya nû
bide çi pirsgirêkek yasayî dernakeve, erkê partiyan e ku dest bi danûstandinan
bikin û di pêkanîna kabîneya nû de lez bikin; jiber ku rewşa deverê wusa
dixwaze ku di demek zû de parleman û hikûmetek çalak ya herêma Kurdistan`ê bê
avakirin.
Balambo Mihemed got: Li gorî encamên kursiyên ku partiyan di
hilbijartinên 20`ê Cotmeh ya 2024 an de bi dest xistine, çi partiyek nikare bi
tena serê xwe hikûmetê ava bike û çi partiyek jî xwediyê piraniya mutleq ya
kursiyan e nîne, ev jî dihêle ku avakirina kabîneya nû ji ya berê dirêjtir
bibe. Kabîne.
YNK û PDK bi tena serê xwe nikarin hikûmetê ava bikin
Balambo Mihemed; parlamenterê Parlemana Herêma Kurdistan`ê got: Hejmarek
partiyên ku têra wan dengan nestandine, xwe ji hikûmetê ragihandine û bûne
opozîsyon hevdem YNK û PDK`ê nikarin
bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin; ya ku maye her du partî bi hevre dikarin
hikûmetê ava bikin; lewma divê Partiya Demokrata Kurdistan`ê ( PDK) têbigihê ku
ew nikare mîna kabîneya berê hemû postên girîng yên hikûmetê pawan bike.
Her wiha got: Pêwîste Desteya Serokatiyan rêkeftinekê di
navbera YNK û PDK`ê de encam bide; û eger niyetek baş hebe ji bo rêkeftinê pêwîste her du alî pêngavan berbi yektir biavêjin ji
bo çalakkirina hikûmet û parlemanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê di sê rewşan de dikare parlemanê hilweşîne:
Yekem: Piştî fermana
serokê herêmê ji bo rûniştina yekem ya gera nû, eger rûniştina yekem; eger piştî
mehekê neyê lidarxistin, desthilata serokê herêmê heye ku wê gera parlemanê hilweşîne
/Ev gera parlemanê ew rewş derbaz kiriye.
Duyem: Eger piraniya parlementeran (50+1) dest ji kar
berdin, serokê herêmê dikare wê gera parlemanê hilweşîn.
Sêyem: Eger parleman di sê civînên cuda de deng li ser sê
pêkhateyên cuda yên kabîneya nû nede, serokê herêmê dikare gera parlemanê
hilweşîne; wate eger parleman dengê xwe nede bi sê serokwezîran û wezîrên cuda
û kabîneya cuda, serokê herêmê dikare gera parlemanê hilweşîne.
Parlemana Kurdistan`ê ji 100 kursiyan pêk tê ku Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) 23 kursî, Partiya Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK)
39 kursî, Newewî Nuwê 15 kursî, Yekgirtûya Îslamî 7 kursî, Komeleya Dadwerî 3
kursî, Tevgera Helwest 4 , Yekgirtûya Îslamî 7 kurdsî û Berya Gel 2 kursî, û her yek ji Bizava Goran û Hevpeymaniya Kurdistan
yek kursî bi dest xistine, hevdem 5 kursî jî ji bo pêkhateyan hatine dabeşkirin
ku 3 kursî ji bi Mesîhiyan û 2 kursî jî ji bo Turkmenan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

