Şêx Cafer: Akam Omer bi navûdeng bû li nav Komendo
Kurdistan 11:30 AM - 2024-12-12
PUKMEDIA
Akam Omer Fermanderê Hêzên Komendo
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistana Êraqê Şêx Cefer Şêx Mistefa bi boneya duyemîn
salvegera şehadeta fermandar Akam Omer Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê
peyamek weşand û wiha got: Şehîd Akam di nava hêzên Pêşmerge de navdar û
birûmet bû û ti carî dudilî nebû ku êrîşî baregehên dijmin bike. Ji bo
parastina ax û welatê me keleheke bihêz hişt ku ew jî hêza Komando ya
Kurdistanê ye.
Naverokê peyamê:
Bi boneya duyemîn salvegera şehadeta Fermandarê Hêza Komando
ya Kurdistanê birêz Akam Omer bejna xwe li ber giyanê wî ditewînim û bîranînên
wî ji bo ewlekarî, aramî û pîroziya xaka Kurdistanê ditewînim.
Şehîd Akam di nav Hêzên Pêşmerge de bi navûdeng bû sade,
kedkar û dilsozê heval û rêhevalên xwe bû û di warê rûbirûbûnê de şervanekî
wêrek bû, di kar û barê xwe de dilsoz û pak bû, ji êrîşa li ser baregehên
dijmin dudilî nedibû. Tevî ku çendîn caran di şerê dijî terorîstan de birîndar
bûye, lê ji bo parastina serweriya Kurdistanê zêdetir can xwe bexşiya bo parastina
axa Kurdistanê.
Mixabin birêz Akam di destpêka jiyana xwe ya ciwantiyê de li
qadeke tijî cesaret û dilsozî cana xwe kir qurbanî ji bo parastina rûmeta
ax û miletê xwe canê xwe feda kir. Xwîna
wî ji bo me û hevrêyên wî bû serbilindiya mirovatiyê, hêz û wêrekiya
welatparêziyê.
Bi hezaran silav li giyanê şehîd Akam û hevalên wî û hemû
şehîdên têkoşîna rizgarîxwaza Kurdistanê ji bo malbata birêz Akam û hemû xizmên
serbilind ên şehîdan.
Şêx Cafer Şêx Mistefa
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê
12/12/2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

