Emar El Hekîm: Me baldariyek mezin ji rêveberiya Kerkûkê bo xizmetkirina welatiyan dît
Îraq 10:18 AM - 2024-12-11
Nivîsgeha Ragihandinê yê parêzgarê Kerkûkê
Emar Hekîm li gel rêveberiya Kerkûkê
Rêzdar Emar El Hekîm Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî îro
Çarşemê gihişte parêzgeha Kerkûkê û ji aliyê Mihemed Îbrahîm Hafiz Serokê
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Taha parêzgarê Kerkûkê û endamên Encûmena
Parêzgeha Kerkûkê ve hat pêşwazîkirin.
Birêz Ammar El-Hekîm di konfranseke rojnamevanî de ku ji
aliyê PUKMEDIA yê ve hat lidarxistin de got: Em îro bi kêfxweşî serdana
parêzgeha Kerkûkê dikin ku bajarê pêkvejiyan û biratiyê di navbera hemû
pêkhateyan de ye.
Got jî: Me civîneke baş li gel parêzgarê Kerkûkê û civata
parêzgehê pêk anî û em ji asta xizmetguzarî ya parêzgarê Kerkûkê agahdar bûn,
em hêvîdar in hikûmeta herêmê ya Kerkûkê hikûmeta xizmetguzarî be di pêkanîna
erkên xwe de serkeftinê ji wan re dixwazin.
Herwaha diyar kir: Kerkûk Êraqeke biçûk e û milkê hemû
pêkhateyane û em bi girîngiyeke bilind li pêkvejiyana li wir dinirin û em
kêfxweûin ku parêzgeh ber avadankirinê ve çûye.
Birêz Emar El-Hekîm got: Em li ber sala nû ne û emê kar
bikin bo amadekirina nexşeyên nû yên bûdceyê, û emê kar bikin ku hemû dahatên
darayî bo hemû parêzgehan wek hev bin û bi parêzger re li ser aktîvkirina van
projeyan axivî, û em kêfxweş in ji ber ku em dibînin ku rêveberiyek heye ku
guhdariya welatiyan dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kar dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

