Li Silêmaniyê terorîstek hat girtin
Kurdistan 10:12 PM - 2024-12-10
PUKMEDIA
Logoya Asayîşê
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê girtina terorîstekî ji şaneya medyayê ya DAIŞê ragihand.
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin de wiha got:“Şeva 22/11/2024, Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Ewlekariyê li ser bingeha zanyariyên istixbaratî û bi biryara dadwerê lêkolînê yê ewlehiyê biryara girtina terorîstekî şaneya medyayî ya DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê da.’’
Li gorî daxuyaniyê, bi hatina koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê (Xazî Siûd Mihemed Muddefa) tevlî DAIŞê bû û li çendîn qursên yasayî û leşkerî beşdar bû û piştre jî wek çekdarekî koma têrorîst li yek ji xalên pişkinînê yên DAIŞê beşdar bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gûmanbar li gorî xala 2’yemîn a terorê hatiye binçavkirin û sewqî edliyeyê hatiye kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

