Opozisyon derbasî Şamê bû û dibêje wê sivîlan biparêze
Cîhan 01:24 PM - 2024-12-08
Ajans
Sûriyê
Di 12emîn roja
operasyonên leşkerî de, opozîsyona Sûriyê ragihand ku wan dest bi ketina nav paytexta
Sûriyê Şamê kiriye, piştî çend demjimêran ku ew derbasî bajarê Humsê bûne, wê
got ku wan avahiya radyo û televizyoê kontrol kiriye, di demekê de ku Reuters
li ser zarê berpirsên Sûriyê "asta bilind" ragihand ku Serok Beşar
el-Esed ji paytextê ber bi cihekî nediyar ve çû.
Opozisyonê pêştir
ragihandibû ku ji aliyê bakur û rojhilat ve derbasî bajarê Humsê bûne, hevdem
ligel derketina bi dehan otombîlên artêşa Sûriyê ji wî bajarî, Reutersê jî
ragihandibû ku fermandarên artêşê û ewlehiyê bi helîkopteran ji navenda leşkerî
ya Şeyrat li gundewarê Humsê derketin ber bi peravê.
Rojnameya The
Economist a Brîtanî ragihand ku ev çend rojin Serok Esed nehatiye dîtin, ev jî
nîşan dide ku wî dixwest şer bike, lê kesî nexwest ji bo wî şer bike.
Wekîlê emîndarê giştî
yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî got ku divê hemû aliyên Sûriyê
erkên xwe yên parastina sivîlan pêk bînin.
Rayedarê Netewên
Yekbûyî amaje bi wê yekê jî kir, ku divê hemû aliyên Sûriyê rê bidin kesên ku
reviyane, bi awayekî ewle û xwebexş vegerin. Herwiha bang li hemû aliyên Sûriyê
kir ku jêrxana sivîlan biparêzin.
Ji aliyê xwe ve
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan nerihetiya zêde ya
Washingtonê li hember pêşhatên rewşa Sûriyê nîşan da. Ev yek di dema beşdarbûna
wî di Foruma Parastinê ya ku li Kalîforniyayê hat lidarxistin de hat, ku tê de
tekez kir ku pêşhatên heyî yên li Sûriyê "sedema nîgeraniyê ne.
Şêwirmendê Asayîşa
Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan tekez kir ku Amerîka destwerdana leşkerî di
şerê navxweyî yê Sûriyê de nake û tekez kir ku divê paşeroja wî welatî ji aliyê
gelê Sûriyê bi xwe ve were diyarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

