Mamostayên Ne razî:Dem guncaw e ji bo cîbicîkirina Tewtîn`ê
Kurdistan 01:44 PM - 2024-12-07
PUKMEDIA
Pereyê Îraqî, logoya TBI Bank
Îro danê sibê rêkefta ( 07-12-2024) an bi sedema paşdaketina mûçeyan û ji bo
cî bi cîkirina Tewtîn`ê mamosta û beşek ji fermanberan
ji bo şermezarkirina paşxistina mûçeyên xwe li ber avahiya Perwerdeya
Rojava kom bûn û cade daxistin; her
wiha Berdevkê Desteya Berevanîkirina li Mamostayên Ne razî got: Niha dem guncaw e ji bo cî bi cîkirina Tewtîna mûçexwerên herêma Kurdistan`ê; û tekez kirin ku di çend
rojên bê de ewê serdana Bexdayê bikin.
Berdevkê Desteya
Berevanîkirina li Mamostayên Ne razî di kongreyeke rojnamevaniyê de aşkere kir
ku; niha dema guncaw e ji bo cîbicîkirina Tewtîn`ê û daxwaza Dadgeha Federalî û gotin: Di
çend rojên bê de emê serdana Bexdayê bikin.
Berdevkê Mamosteyan
got: Me dê pêştir xwepêşandanek li dar bixistiba, lê ji ber taqîkirinên
xwendekaran mw ew yek paşdaxist, di destpêka dewamê birbar bû ku mûçe ji Bexdayê bihata Herêma Kurdistan`ê û di dema xwe de bihata dabeşkirin, lê çend roj in
hikûmeta Herêma Kurdistan`ê dest daniye ser mûçeyan û bi behaneya kurtanînê
mûçeyan dabeş nake.
Ev yek di demekê de
ye ku; beriya niha Ziyad Cebar; Berpirsê Melbenda Yek yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) li
Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ji medyayan re derbarê pirsa mûçe û boykota mûçexweran
gotibû: Pêwîste pirsa mûçeyan ji
aliyê çi aliyek ve weke karteke fişarê neyê bikaranîn, û hemû carekê jî cudahiya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) digel aliyên din ew bû ku hertimî hewl
daye pirsgirêka mûçe çareser bike; ne ku wî wekî navbeynkar ji bo rêkeftinê
bikar bînin; di 3 salên bûrî de hemû
hewlên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ew bû ku bi hikûmeta federal re
lihev bikin û pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan`ê û Bexdayê ji holê rakin
ji bo çareserkirina pirsgirêka paşxistina mûçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

