NY: Ji ber şerê li Sûriyê 370.000 kesên din koçber bûne

Cîhan 12:13 PM - 2024-12-07
Koçberên Efrîn`ê Ajans

Koçberên Efrîn`ê

Neteweyên Yekbûyî

Stephen Dujarric;Berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 370 Hezar kes, ku piraniya wan jin û zarok in, ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê ya dawiya heyva bûrî û heya niha; aware bûne û berê xwe dane deverên li jêr kontrola Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD).

Stephen Dujarric; Berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di kongireke rojnamevaniyê de li bajarê New York ya Emrîka got: Zêdetirî 370 Hezar kes, ku piraniya wan jin û zarok in ku ji dawiya heyva bûrî û heya niha ji ber şerê navxweyî li Sûriyê koçber bûne.

Berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku; bi deh hezaran kesan berê xwe dane deverên Bakurê Rojhelatê Sûriyê yên li jêr kontrola Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD); ev yek di demekê de ye ku; gelek stargehên alîkariyê êdî nema dikarin penaberan zêdetir werbigirin.

Peyvdarê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  dibêje: Xelk neçar in li kolanan an di otombîlên xwe de di germahiyek jêr sifir de razên, her wiha şer ziyan gihand binesaziyê û rêyên sereke yên alîkariyê qut kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket