Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo krîza mûçeyan çareseriyekê bibîne
Kurdistan 09:30 PM - 2024-12-06
Arşîv
Parlamentera Parlamentoya Iraqê Bedriye Husên
Parlamenterekî Parlamentoya Iraqê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi cidî li jiyana mûçegiran binêre û pirsgirêkan çareser bike.
Parlamentera Parlamentoya Iraqê Bedriye Husên ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:"Ji bo jiyan û debara welatiyan, pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser şandina mûçeyan bi Bexdayê re pabend be, ji ber ku rewşa mûçeyan gelek xirabe."
Bedriye Husên got: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li jiyana xelkê binêre û çareyekê ji vê kirîzê re bibîne.’’
Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo hefteyekê 763 milyar dînar radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, lê heta niha hikûmetê lîsteya mûçeyên meha cotmehê eşkere nekiriye û kêmasiya vê mehê jî 250 milyar dînar e.
Li gorî Wezareta Darayî, dahata herêmê ji derveyî petrola mehane 300 milyar dînar e, li gorî PUKMEDIAyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare pişta xwe bi dahata navxweyî ji bo dagirtina kêmasiya mûçeyê herêmê bigire û Soran Omer jî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 6 mehên ewil de zêdetirî 1.8 trîlyon dînar dahata Iraqê neşandiye.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

