Talebanî: Divê Îmarat hêsankariya karsazên Herêma Kurdistanê bike
Kurdistan 08:39 PM - 2024-12-04
Nivîsgeha Ragihandinê ya Qubad Talebanî
Birêzan Qubad Talebanî û Abdullah Metar El-Mezrûyî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îmarat li Iraqê Abdullah Metar El-Mezrûyî kir.Di hevdîtinê de çawaniya xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de hate gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de ku roja Çarşemê li Hewlêrê hat lidarxistin, Qubad Talebanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Îmarata Erebî kir û hêvî xwest ku di dema karkirina wî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê di hemû waran de zêdetir pêş bikevin.
Di vê çarçoveyê de rola Balyozxane û Konsulxaneya Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku roleke berçav di pêşxistina peywendiyên navbera her du welatan di warên cuda de hebûye.
Di civînê de yek ji mijarên ku hatin gotûbêjkirin, çawaniya pêşxistina peywendiyên bazirganî bû. Cîgirê serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê derfetên mezin hene, bi taybetî di warên çandinî û geştiyariyê de, ku di berjewendiya her du aliyan de ye, hikûmeta Îmarata Erebî ji bo handana sermayedar û karsazan bo sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê.
Qubad Talebanî daxwaz ji Balyozxaneya Îmarata Erebî kir, ku zêdetir hêsankariyan pêşkêşî karsazên Herêma Kurdistanê bike û di vê derbarê de, Balyozê Îmarata Erebî amadebûna xwe nîşan da ku hemû cure asankariyan pêşkêşî karsazan bike ku ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî serdana wî welatî bikin.Di beşeke din ya civînê de Cîgirê Serokwezîr behsa hewlên ji bo curbecurkirina aboriyê, pêşxistina sektorên çandinî û geştiyariyê, piştgiriya ji karsazên ciwan , nûjen û pêngavên elektronîk kir.
Ji Balyozê Îmaratê re behsa saziyên hikûmetê kir û amaje bi wê yekê kir ku ezmûna serkeftî ya Îmaratê dikare di van waran de were bikaranîn û daxwaz ji hikûmeta Îmaratê kir ku di vî warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

