Aso Mamend: Emê sozên xwe yên li navçeyên nakok bi cih bînin

Kurdistan 02:43 PM - 2024-12-03
Aso Mamend  Ajans

Aso Mamend

YNKê Kerkûk

Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûk-Selahaddînê dibêje:"Em ê bixebitin ku sozên ku me di kampanyayê de dane bi cih bînin û em ê sozên xwe yên li herêmên nakok bi cih bînin."

Çavdêrê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûk-Selahaddînê Aso Mamend di kongreyeke rojnamevanî de ragihand:“Pêwîste hikûmeta nû hikûmeta gelê Kurd be û YNK jî xwedî rol û bandora xwe be, heta niha ti rêkeftinek çênebûye li ser vê.’’

Wî zêde kir:’’Weke YNK emê ji bo cîbicîkirina sozên ku me di kampanyayê de dane û li navçeyên nakok jî sozên xwe bicih bînin.”

Aso Mamend got jî:“Rêveberiya nû ya Kerkûkê çend projeyên girîng pêk anîne, hinek projeyên din ên baş li ber dest in, tenê kar maye rêveberiya xwecihî ya bajêr û emê hewl bidin ciwanên xwe bi kar bînin.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket