Îro rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê hat lidarxistin
Kurdistan 03:08 PM - 2024-12-02
PUKMEDIA
Perlemana Kurdistanê
Rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê îro (Duşem, 02.12.2024) bi rê ve çû. Li dû karnameyê, ew rûniştin berî nîvro hat destpêkirin û Serokê Dîwana Perlemanê Erdelan Mihemed Serspî ev rûniştin bi rê ve bir. Her wiha paştir jî kandîdên nûhilbijartî ji aliyê Serokê Perlemanê ve ji bo sondxwarinê hat gazîkirin.
Ev ji bo cara yekê ye li gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê berî destpêkirina karî ya kandîdan, Senterê Lêkolînê yê Perlemanê rêbereke karî ya Perlemanê parve dike, ji bo şarezabûna endamên Perlemanê li ser karê Perlemanê û karê qanûndananê. Her wiha lijneyek jî ji bo pêşwaziya kandîdên nûhilbijartî hate pêkanîn.
Li dû peyrewê navxwe yê Perlemanê, di rûniştina yekê de biemirtirîn serok dikare deriyê xwekandîdkirinê ji bo Desteya Serokatiya Perlemanê veke.
Karnameya Perlemana Kurdistanê ji çar bendan pêk tê:
Yek: Vekirina wê rûniştinê bi çend ayetên Qurana pîroz.
Du: Deqîqeyek rawestiyan wekî rêzgirtin li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê.
Sê: Gazîkirina biemirtirîn kandîdê amadebûyî ji kandîdên nûhilbijartî yên gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ji aliyê Serokê Dîwana Perlemanê ve, ji bo sondxwarin û birêvebirina wê rûniştinê; li dû hikmê benda duyê ya madeya 11ê û benda yekê ya madeya 12ê ji peyrewê navxwe yê Perlemanê.
Çar: Serokê rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê kandîdên nûhilbijartî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistan - Îraqê ji bo sondxwarina qanûnî gazî dike, li dû hikmê benda duyê ya madeya 12ê ji peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê. Paşî ew rûniştin ji aliyê serokê rûniştina yekê ve li dû hikmê madeyên peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê tê birêvebirin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinên şeşemîn ên Parlamentoya Kurdistanê de,20ê Cotmeha 2024an de 23 kursî bidest xist ku ji wan 15 kursî li Silêmaniyê, 6 kursî li Hewlêrê, 1 kursî li Duhokê û kursiyek jî li Helebceyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

