Şandeyên YNK û PDK`ê li Silêmaniyê dicivin
Kurdistan 12:50 PM - 2024-11-30
PUKMEDIA
Logoya YNK û PDK'ê
Biryar e îro Şemî rêkefta (30-11-2024) an, şandek e Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê digel şandek e Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bicive; ku piştî ragihdnaina encamê dawîn yê Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê ji aliyê komisyonê ve ev yekem care ku ew her du hizbên ku piraniya dengên Parlemana Kurdistan`ê bi dest xistine li ser pirsa pêkanîna Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistan`ê dê bicivin.
Di wê derbarê de; Se`idî Ehmed Pîre ; Berdevkê Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand: YNK`ê bernameya xwe ya ji
bo hikûmeta bê heye, ji ber ku pêwîste hikûmeta bê bibe hikûmeteke xizmetguzarî
û xwedanê hêzeke yekgirtî ya Pêşmerge.
Se`idî Pîra got: YNK her timî bi riya sazkirina kongre û
civînan xwe nû dike, lewma em dixwazin bi heman mekanîzmayê hikûmeta Herêma
Kurdistan`ê nû bikin û têxin xizmeta gel; hevdem pêwîste YNK û PDK`ê ku her du
serekî ne li Herêma Kurdistan`ê nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û
hewlên cidî bidin ji bo pêkanîna hikûmetek ya nû; ji berk u rewşa navçeyê
hestyar e.
Berdevkê YNK`ê got: YNK`ê dixwaze di hikûmeta bê de
hevbeşiyek xwe ya rasteqîne hebe; û her çend e îro yekem civîna YNK`ê û PDK`ê
li ser pirsa pêkanîna hikûmetê tê
lidarxistin, lê hîna dem heye ku em gotûbêjên xwe zêdetir di wê derbarê de bikin.
Li gor zanyariyên (PUKMEDIA)
biryare piştî nîvro îro şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li
bajarê Silêmaniyê digel şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bicive
ku armanc ji wê yekê gotûbêjkirina derbarê pêkanîna Kabîneya 10 ya Hukûmeta
Herêma Kurdistan`ê ye.
Civîn yekem civîna fermî ye ku di navbera
YNK`ê û PDK`ê de tê kirin ku dê li ser postên hikûmet û Parlemana Kurdistan`ê li
Meketaba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê li Silêmaniyê dê birêve
biçe dê gotûbêjan bikin.
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ku 23
kursî bi dest xistiye, bi serokatiya Qubad Talebanî; Endamê Mekteba Siyasî
şandek ji bo danûstandinên digel aliyan pêk aniye ji bo pêkanîna Hikûmeta Bê ya
Herêma Kurdistan`ê; û di wê çarçoveyê de jî sardana her yek ji Bizava Goran;
Komeleya Dadwerî ; Yekgirtûya Îslamî û Bizava Neweya Nû kiriye; û biryar e îro
jî şanda YNK`ê digela şanda PDK`ê bicivin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

