Desteya Ragihandinê beşdarî 6. Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan dibe
Kurdistan 09:15 PM - 2024-11-27
6emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê
Amadekariyên şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê
Desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê dibe û desteya ragihandinê YNKê dê 6. Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan vebike.
Nûnerê Desteya Ragihandinê ya YNK'ê di gera şeşemîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê de Aryen Mihemed ji malpera fermî ya YNK'ê PUKMEDIA yê re ragihand:’’Nêzîkî (1000) navên cuda yên pirtûk û kovarên organên YNKê tên pêşkêşkirin, di nav wan de pirtûkên desteya ragihandinê û desteya hişyariyê, navenda lêkolînan, navenda karûbarên yasayî û saziya Serok Celal Talebanî û her wiha berhema têkoşerên YNKê û bîranînên siyasetmedarên şoreşa nû ye wê beşdar bibin.”
Ev pêngava pêşkêşkirina 1000 sernavan vê rastiyê nîşan dide ku Yekîtî hêza ramanê û kargeha hilberîna ramanê ye.
''Her tim piştgirî daye nivîskar û rewşenbîran ku bi azadî biaxivin û binivîsin, berî her tiştî Serok Mam Celal ku her tim li çiya û bajaran slogana nan û azadiya nivîskaran hilgirtiye, li ser heman rê û çanda xwe berdewam dike.'' Aryen Mihemed got.
Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê roja 28-11-2024`an bi beşdariya 200 sazî û navendên herêmî tê vekirin.Biryar bû şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê di 20ê Mijdara 2024an de bihata lidarxistin, lê ji ber proseya serjimêriya Iraqê di 20ê Mijdara îsal de, bo 28ê Mijdarê hat paşxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

