200 sazî û navend dê beşdarî 6emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê bibin
Kurdistan 07:17 PM - 2024-11-27
Wêneya sereke pêşengeh
6 emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê
Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê di 28-11-2024an de bi beşdariya 200 sazî û navendên herêmî bê vekirin.Dê 11 roj berdewam bike û bi deh hezaran sernav dê bêne pêşandan.Rêveberê Çap û Weşanên Silêmaniyê dibêje: "Pêşangeha îsal cuda ye."
Rêveberê Ragihandin û Çapemeniya Silêmaniyê Arîwan Sîweylî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: ‘’ Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê di 28-11-2024an de bê vekirin û heta 8-12-2024 an ,dê 11 rojan berdewam bike.Dê bi deh hezaran sernav bên pêşandan, 200 sazî û navend û welat dê beşdar bibin.’’
“Di pêşangehê de wê dîroka nivîskarî, rojnamegerî û şoreşa nû were nîşandan ji a YNKê ya şoreşê û hejmara pirtûk, nivîskar û weşanên çiyan bêne pêşandan, nêzîkî (1000) navên cuda yên pirtûkan , di nav kovaran de pirtûkên desteya ragihandinê ya YNKê, desteya hişyarî, navenda lêkolînê, navenda karûbarên yasayî , saziya Serok Celal Talebanî û her wiha berhemên çalakvanên YNKê û bîranînên siyasetmedarên şoreşa nû hene.”
Wî zêde kir:“Di pêşangehê de dê çend panel di warên cuda yên wêjeyî de bên pêşkêşkirin û em pêşbînî dikin ku hejmara serdana pêşangehê û firotina pirtûkan li gorî salên borî zêdetir bibe û bandorê li ser hejmara xwendevanan bike.’’
Rêveberê Ragihandin û Çapemeniya Silêmaniyê got: ‘’Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê îsal cuda ye û navên cade û kolanan li ser navê kesayetî û nivîskarên kurd ên çar parçeyên Kurdistanê tên lidarxistin.Dikarin pirtûkên xwe bidin nasîn û bi îmzeya xwe pêşkêşî xwendevanan bikin.”
Tevî ku biryar bû şeşemîn pêşangeha pirtûkan di 20-11-2024 de bihata lidarxistin, lê ji ber proseya serjimêriya giştî ya rojên 20 û 21 vê mehê, biryar hat dayîn pêşangeh bo 28ê vê mehê were paşxistin û 11 rojan berdewam bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

