Serok pêşwaziya Şanderê Taybet ê Serokê Rûsyayê dike
Îraq 11:56 PM - 2024-11-26
PUKMEDIA
Serokomar û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê
Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mîxaîl Bogdanov kir.
Di destpêka hevdîtinê de ku, roja sêşemê 26-11-2024 li Koşka Bexdayê hat lidarxistin, cenabê Serok bi rêya Bogdanov spasiya Serokê Rûsyayê kir û hêviya silametiyê û pêşkeftin û bexteweriyê ji bo gelê dostê Rûsyayê xwest.
Di hevdîtinê de peywendiyên dualî yên di navbera her du welatan de û pêşhatên navçeyî û navdewletî hatin gotûbêjkirin û her wiha pêwîstiya yekxistina hewlan bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê hate gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de Serokomar balkişand li ser kûrahiya peywendiyên ligel Rûsyayê ku ji 80 salan derbas bûye û got: Pêwîste ev peywendiyên han di warên enerjî, aborî, teknolojî û sermayeguzariyê de werin pêşxistin û berjewendiyên herî bilind ên her du welatên dost bidest bixin.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê tekezî li ser pêbendbûna welatê xwe bo berferehkirina asoya hevkariyên avaker li gel Iraqê li hemû astan û warên cuda de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

