Şêx Cefer: Ji bo xizmetkirina malbatên şehîdan divê xebat bên zêdekirin
Kurdistan 04:57 PM - 2024-11-26
PUKMEDIA
Şêx Cefer û malbatên şehîdên 16ê Cotmehê
Îro 26ê Mijdarê roja sêşemê, di merasîmekê de rêheval Şêx Cefer berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) , Şêx Cefer Şêx Mistefa bi hemahengî li gel Buroya Şehîdan û Tekoşêran diyarî li ser hijmarek malbatên şehîdên 16ê Cotmehê belav kir.
Şêx Cafer spasiya Serok Bafil kir ku van diyariyan pêşkêşî malbatên şehîdên 16'ê Cotmehê kiriye, têkoşîn û fedekariya şehîdên 16'ê Cotmehê û malbatên wan nirxand û tekez kir: “Van şehîdan bi canê xwe yê pîroz parastina xaka Kurdistanê kirin û bi xwîna xwe kurdbûna Kerkûk, Xurmatû û deverên din ên Kurdistanî îspat kirin.Ew hemû gelê kurd in û dê her tim di bîra me hemûyan de bin û navê wan di rûpelên geş ên dîroka gelê me de bê tomarkirin.”
Her wiha hêvî xwest ku di pêşerojê de diyarî û rêz ji malbatên şehîdan re bên pêşkêşkirin.Her wiha tekez kir ku mixabin heta niha nekariye bi awayekî rêk û pêk xizmetkirina zarok, malbat û kesûkarên şehîdan bê kirin, ji ber wê jî pêwîste hewlên zêdetir bo xizmetkirina wan û rizgar kirina wan ji xemên jiyanê bên zêdekirin.
Di merasîmê de rêheval Bilêsa Cebar Ferman gotarek pêşkêş kir û got ku pêwîste çend zagonên têkildarî malbatên şehîdan bên sererastkirin, da ku karibin zêdetir xizmetê ji malbatên şehîdan re bikin.
Di merasîmê de Seroka Buroya Şehîdan û Tekoşêran Bilêsa Cebar Ferman, Berpirsê Navenda Rêxistina Silêmaniyê Ziyad Şehîd Cebar, Berpirsê Fermandariya Hêzên Pêşmerge Wasta Resûl, Berpirsê malbenda YNKê ya Germiyan Salar Mehmûd u Cutyar Nûrî amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

