Wezîrê Plandanînê: Hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê zêdetirî 6 milyon kes e
Kurdistan 01:54 PM - 2024-11-25
PUKMEDIA
Wezîrê pilandananê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê D.Dara Reşîd
Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên destpêkê yên
serjimêriya giştî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand: Hejmara
niştecihên Herêma Kurdistanê zêdetirî 6 milyon û 370 hezar kes e, tevî
niştecihên hinek navçeyên nekok.
Wezîrê pilandananê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê D.Dara
Reşîd îro Duşemê encamên destpêkê yên serjimêriya giştî ya Herêma Kurdistana Êraqê
di kogireyeke rojnamevanî de eşkere kir û got: Hejmara niştecihên Herêma
Kurdistanê bi biyanî, penaber û beşek ji xelkê navçeyên nekok 6 milyon û 370
hezar û 668 kes in. herweha 84% hevwelatiyên Herêmê li bajaran û 16% li gundan
dijîn.
Serokwezîr got: 3 milyon û 200 hezar û 506 kes ango 50.24%
nifûsa Herêma Kurdistanê mêr in û rêjeya jinan jî 3 milyon û 170 hezar û 162
kes ango 49.76 %.
Li gor amaran ew malbatên ku mêr serpereştiyê dikin 88.41 %
ne û ew malbatên ku jin serpereştiyê dikin 11.86% ne.
Li gorî encamên ku wezîrê pilandanîna Herêmê belav kiriye:
- Rêjeya nifûsa di bin temenê kar de kêntir ji 15 sal %31,9 e
- Rêjeya nifûsa temenê kar di navbera 15 û 64 salî de %63,7 e
- Rêjeya nifûsa di ser temenê 65 salî re 4,4% e
- Bi giştî hejmara malbatan 1 milyon û 379 hezar û 163 malbat e
- Hejmara yekîneyên rûniştinê 2 milyon û 28 hezar û 937e
- Hejmara malbatê ya navîn 4,6 kes e
- Rêjeya geşekirdina nifûsê %2,48 e
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya Sûdanî îro encamên destpêkê
yên serjimêriya giştî ya Êraqê eşkere kir û hemû hejmar eşkire kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

