Serokwezîr: Nifûsa Êraqê 45 milyon kes derbas dike
Kurdistan 12:01 PM - 2024-11-25
PUKMEDIA
Serokwezîrê Êraqê ,Mihemed Şeya Sûdanî
Serokwezîrê Êraqê encamên destpêkê yên serjimêriya giştî li
Êraqê eşkere kir ku hejmara nifusê zêdetirî 45 mîlyon kes bû.
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya Sûdanî îro Duşemê 25 Mijdarê
2024, di kongireyeke rojnamevanî de encamên destpêkê yên serjimêriya giştî li Êraqê
eşkire kir û got: Hejmara niştecihên Êraqê, tevî biyanî û penaberan, zêdetirî
45,2 milyon kes in. 70.3% li bajaran dijîn û 29.7% li gundan in.
Serokwezîr got jî: 22 milyon û 784 hezar û 62 kes ango 50,1%
nifûsê mêr, 22 milyon û 623 hezar û 883 kes 49,8% nifûsê jin in.
Herwaha got: Salên serjimêriyê li Êraqê gelek salan hat
paşxistin, hikûmeta Êraqê bi hevkariya hemû aliyên pêwendîdar di serjimêriyê de
serketî bû, ku dê aboriya Êraqê geş bike.
Li gorî encamên ku serokwezîr ragihand;
- Bi giştî hejmara malbatan 7 milyon û 898 hezar û 588
malbat e
- Hejmara malan 8 milyon û 37 hezar û 221 mal e
- Hêjmara malbatê ya navîn 5,3 kes e
- Rêjeya geşekirdina nifûsa Êraqê %2.3 ye
- Rêjeya nifûsa temenê karkirinê di navbera 15 û 64 salî de %60,2 ye
- Rêjeya nifûsa di bin temenê karkirinê de kêmtirî ji 15 sale %36,1 ye
- Rêjeya nifûsa di ser temenê karkirinê 65 salî re %3,7 ye
- Nifûsa karker %60 ye
Qonaxa duyemîn a serjimariyê di 20 û 21ê Mijdara 2024an de dest pê kir û ji bo vê yekê li seranserê Êraqê qedexeya derketina derve hat ragihandin û jimarevanan hejmara niştecihên Êraqê diyar kirin û qonaxeke din a serjimariyê jî maye û ji bow ê enê pêwîst dike ku endameke malbatê hazir be û bersiva pirsyaran bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

