Roja Şehîdên YNK’ê bi rêzdarî bilind hat ragirtin
Kurdistan 01:24 PM - 2024-11-23
Taybet
Girê Şehîdan
Îro Şemî (23-11-2024) an bi amadebûna hejmareke zêde ji
kesayetiyên hizbî û hikûmî û xizmên serbilind yên şehîdan û dost û hevrêyên wan
li goristana şehîdan ya li Girê Seywan ( Roja Şehîdên YNK`ê) hat bi bîr anîn.
Ziyad Cebar: Têkoşîn û fedakariya şehîdên me ji bo tevahiya gelê Kurdistan`ê bûye
Di merasîmê Ziyad Cebar ; Berpirsê Melbenda 1 yê Rêxistina
Silêmaniyê gotarek bi navê Mekteba Şehîdan pêşkêş kir û ragihand ku; îro em ji
bo bîranîna şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li vir in ku di
dîroka partiya me de şoreşa nû ya gelê me bi pêşengiya Serok Mam Celal hatiye
vêxistin û ew bûye egera têkoşîn û fedekariya hemû gelê Kurdistan`ê bi taybetî
ji bo Kerkûk û deverên veqetandî.
Got jî: Îro em nêzî 27 Hezar şehîdan li ser vê mezara pîroz
bi bîr tînin û ji wan re dibêjin (Hûn Namirin, Hên Di Dilê Gel De Dijîn), hizba
me tomarek zêrîn û geş di rûpelên dîrokê de nivîsandiye; her wê yekê jî wusa
kir ku YNK`ê ji hemû hizbên din cudatir
be;di vê qonaxa nû ya tekoşîna YNK’ê de bi serokatiya Bafil Celal Talebanî,
karê me yê sereke parastina gelê Herêma Kurdistan`ê ye û em ji sozên ku me dane
gel, paşve gavan navêjin.
Ji ber bêhnvedan û Pêvajoya Serjimêriyê Salroja Roja Şehîdên
YNK`ê di dema xwe de ne hat kirin û ji
bo îro hat paşdaxistin
Roj 21ê Mijdarê hemû salekê (Roja Şehîdên YNK`ê) ye ku di vê
rojê de Xale Şihab û hevalên wî hatibûn bidarvekirin; ku wek destpêka
damezrandina (Şoreşa Nû) bû û ew grûpa pêşeng canê xwe feda kirin û dirûşma
(Kêm Bijî û Zêdetir Bijî) bilindkirin.
Li gorî tomara Mekteba Şehîdan û Têkoşerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) ku Malpera fermî yê PUKMEDIA wergirtiye; zêdetirî 26 hezar
şehîdên YNK`ê hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

