Serjimariya giştî ya nifûsê di roja sêyemîn de berdewam dike
Kurdistan 12:26 PM - 2024-11-22
PUKMEDIA
Nexşeya Êraqê
Sibeha îro Înê tîmên serjimêrî yên girêdayî serjimêriya
giştî piştî dirêjkirina dema xebatê dest bi temamkirina karên roja sêyem li
seranserê Êraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Proseya serjimêriya giştî ya nifûsê sibeha Çarşemê dest pê
kir, û dê heta nîvê îşev berdewam bike, ku serjimarvan dê serdana her malekê
bikin daku daneyan temam bikin û piştrast bikin.
Desteya bilind a serjimêriya giştî ya niştecihan li Êraqê
biryar da ku dema karkirina serjimarvanan li parêzgehên ku karê xwe temam
nekirine dirêj bike û diyar kir ku dê heta êvariya îro Înê 22/11/2024 were
dirêjkirin.
Desteya Bilind a Serjimariya Giştî ya Nifûsê di daxuyaniyekê
de ku gihiştiye destê PUKMEDIA bang li welatiyên ku hîne sardana wan ne hatiye
kirin li malên xwe bimînin. Rayedar her wiha biryar da ku qedexeya derketina
derve li hemû parêzgehên di nav sînorên îdarî de bê rakirin, her wiha qedexeya
çûnûhatina otombêl û welatiyan a di navbera parêzgehan de heta nîvê şevê dewam
bike.
Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya El-Sudanî,
ferman da tîmên serjimêrî yên ku ji bo pêkanîna serjimêriya giştî û niştecihan
li seranserê Êraqê dixebitin, ku îro Înê proseya serjimêriyê temam bikin.
Li gorî daxuyaniya ofîsa xwe ya medyayê, Serokwezîr daxwazê
ji hemû welatiyan dike ku hevkariyeke tam bi tîmên gerok re diyar bikin û
zanyariyên rast bidin ji bo ev ezmûna girîng a geşepêdanê bi serkefe, ku hemû
sektorên xizmetguzarî û aborî û geşepêdanê pişt pê dispêrin.
Rêjeyên qedandina serjimariya nifûsêAjansa Nûçeyan a Êraqî rêjeyên temambûna serjimêriya xelkê li seranserê Êraqê belav kir.
Li jêr ji sedî ji bo her parêzgehekê hatine tomar kirin:
- Bexda 80,48%
- Nînewa 98,60%
- Hewlêr %96.31
- Silêmanî %94,76
- Besra 89,85%
- Babil 94,78%
- Diyala 98.10%
- Zîqar 86.84%
- Necef El-Eşref %92.27
- Kerkûk %97.74
- Enbar 95,99%
- Selahedîn 98,16%
- Kerbela95,81%
- Wasit 98.68%
- Dîwaniye 95,33%
- Duhok 95,25%
- Maysan 91.23%
- El-Musana 94,73%
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

