Serjimariya giştî ya nifûsê di roja duyemîn de berdewam dike

Kurdistan 01:42 PM - 2024-11-21
Serjimêriya nifusê PUKMEDIA

Serjimêriya nifusê

Serjimêrî

Îro Pêncşemê, tîmên serjimêrî yên proseya serjimêriya giştî ya niştecihan di roja xwe ya duyemîn de li seranserê Êraq û Herêma Kurdistanê kar û xebatên xwe dewam dike.

Proseya serjimêriya giştî ya nifûsê duh danê sibê, dest pê kir û wê heta nîvê îşev berdewam bike, ku serjimarvan dê serdana her malekê bikin daku daneyan piştrast bikin.
Serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê di sala 2024an de yekem serjimêriya nifûsê ye li welat ji sala 1997an ve. Zêdetirî 120,000 serjimarvan li hemû navçeyên Êraqê belav bûne di proseyê de, û zêdetir ji 70 pirs ji her malbatekê tê kirin. Qedexeya hatinûçûnê li seranserê Êraqê hatiye ragihandin û dê heta nîvê şeva îro Pêncşemê berdewam be .

Neteweyên Yekbûyî pesnê serjimartinê dide

 

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Êraqê û Serokê Nûnertiya Netewên Yekgirtî bo Êraqê (UNAMI) Dr. Mihemed Hesan pesna yekem serjimêriya nifûsê ku ji 27 salan li Êraqê tê birêve birin da û giringiya wê di plan û projeyên pêşerojê jî.

Hesen pesna proseyê û hewldanên mezin ên hikûmetê ji bo serxistina wê kir û got: Êraq di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û tiştên ku îro me dîtin gavên girîng in ji bo paşerojê. Ev serjimêrî ber geşepêdanê ve diçe û pêşketinên dewletan bi piranî bi serjimartinê ve girêdayî ye. Xebatên ku me îro dîtin, baweriya bi pêvajoyê û cidiyeta pêkanîna wê, bi hevkariya teknîkî ya bi sindoqa nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî re piştrast dike.

Hesen, hewlên xebatkarên meydanî û alîkariyên teknîkî yên sindoqa nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî di serkeftina operasyonê de bilind nirxand û daxwaza beşdarbûn û hevkariyê ji bo berjewendiya Êraqê kir.

Amaje bi wê yekê jî kir ki serjimêriya nifûsê ji bo dabînkirina maf û gihandina xizmetên giştî, dabeşkirina adil a çavkaniyan di navbera herêmên cuda de, û plansaziya li ser bingeha pîvanên zanistî yên nûjen e, bi navê min û bi navê Neteweyên Yekbûyî em pîrozbahiyê li we û xelkên Êraqê dikin û hêviya serkeftinê ji bo Êraqeke baştir dixwazim.

 

400 milyar dînar ji bo serjimêriyê

Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimariya Giştî ya Niştecih û xanian li Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA ragihand: Zêdetirî 400 milyar dînar ji bo serjimêriya giştî ya nifûs û niştecihan li Êraq û Kurdistanê hatiye terxankirin. Li Herêma Kurdistanê prose bi awayekî baş dimeşe, em bang li welatiyan dikin ku di rojên 20 û 21ê de li malên xwe bimînin û bi tîmên me re hevkariyê bikin, ji ber ku li Herêma Kurdistanê serjimêriya rast û zanistî heye û gelekî girînge.

Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya Herêmê diyar kir: Pir girîng e welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nekok di proseyê de beşdar bibin û bersiva 70 pirsên ku ji wan hatine kirin, bidin, ji ber ku her yek ji wan Pirs armanceke wê ya taybetî heye.

Piştî 27 salan serjimariya yekem

Xala 11 a Qanûna Amar û Agahiyên Erdnîgarî ya sala 2023'an destnîşan dike ku her 10 salan carekê serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan bê kirin.

Serjimêriya sala 1957an serjimêriya dawîn bû di serdema padîşahiyê de û serjimariya sala 1965an jî yekem serjimêriya serdema komarê bû,û di 1977, 1978, û di 1997 de bêy beşdarbûna Herêma Kurdistanê serjimêrî hat kirin.

Serjimêriya niha xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku 27 sal piştî serjimêriya dawî ya nifûsê li Êraqê tê encamdan, û ew proseyeke geşepêdanê ye ku dê beşdarî nûkirina dane û nîşaneyên xeta hejariyê li Êraqê bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket