Kerwana xebata Yekîtî tijî xwîn û qurbanîne
Kurdistan 09:25 AM - 2024-11-21
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Roja 21ê meha 11 her sal salvegera roja şehîdkirina Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê û şoreşa nû ye, roja bidarvekirina komek ji serkirdeyên
Yekîtiya Niştimanî bi navên (Şihab Şêx Nûrî, Cefer Ebdulwahêd û Enwer Zurab),
roja şoreşa ku mafên rewa yên gelê Kurdistanê parast û karîbû bi dest bixe.
Ev roj li gor dirûşma (hindik bijî lê bi serbilindî) rojeke taybet û
nîşana pêşengiya şehîdan tê hesibandin û ji bo Yekîtiya Nîştimanî û gelên
Kurdistan û Êraqê qeydeke tijî ye.
Yekitiya Niştimanî xwedî para şêre di serkeftinan de
Dema ku ev serkirdeyên têkoşer ji aliyê serkirdeyên rêjîma Beisî ya hilweşiyayî ve hatin bidarvekirin, rewşeke dilgiran û xemgîn li hemû navçeyên Kurdistanê derket, lê piştî wê şoreşa nû berdewam kir û bi qurbanîdana Pêşmerge, xwîna şehîdan, têkoşînê pêşmerge û siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal şoreşa nûh gihîşt armanca xwe û rêya aram,niha Kurd li Herêma Kurdistanê çarçowe, giranî û ezmûna wan a demokratîk taybet heye, û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwediya para şêre ji van serkeftinan.
26 hezar şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Li gor amarên ku ji aliyê Nivîsgeha Şehîdan û Têkoşeran di
Yekîtiya Nîştimanî de hatiye belavkirin û malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA
bidest xistiye, hejmara şehîdên YNK zêdetirî 26 hezar şehîdin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di meşa têkoşîna li çiya û
bajaran de bi hezaran destanên qehremaniyê hene û ev jî nîşana wê yekê ye ku
Yekîtiya Niştimanî ji bo bidestveanîna
mafên rewa yên gelê Kurdistanê ti ti rojê paş neket. Yekîtiya Niştimanî jî
xwediyê 4 hezar û 150 xwedî pêdiviyên taybet e ku di destanên parastina gelê
Kurdistanê de li hember rêjîma Beis û terorîstan birîndar bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

