Mekteba Siyasî: Berdewamiya rêbaza şehîdan amanete di stûya me de
Kurdistan 07:43 PM - 2024-11-20
PUKMEDIA
Logoya YNK
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya
21`ê tişrîna duyem her sal roja şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
daxuyaniyek belav kir û têde tekezî li ser berdewamiya rêya şehîdên dirist ku bi
xwîna xwe feda kirin heta bigihê hemû armancên şehîdan kir.
Li jêr naveroka daxuyaniyê:
Dîroka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tijî rûmet û
têkoşîn, hemû rojên wê bi tomarên serbilindî û qehremaniyê dagirtî ye û
pêşengên vê meşa serkeftî şehîdên (Şihab Şêx Nûrî, Cefer Ebdulwehîd û Enwer
Zurab) in. Di 21.11.1976 an de di zîndanên Baas ji bo azadî û serxwebûna Kurd û
Kurdistanê canê xwe feda kirin, dirûşma (Hindik bijî lê bi serbilindî ) berz kirin.
Di vê meşa şehîdên rewa de, bi hezaran têkoşeran gelek
destanên qehremanî û rûbirûbûna bi can û xwîna xwe, li dijî sêdar, ajan û hêzên
rêjîma Beis a hilweşiyayî, çi li hundirê zîndanê, çi di dema operasyonên
bajaran de, û xendekên parastinê tomar kirin û ewê di dil û wijdanê hemû
têkoşerên Kurd de nemir bimînin. Ji bo bibîranîna van qehremanî û rûmetan di
nava salê de ev roj hatiye destnîşankirin, da ku em hemû di heman demê de li
hember bîranîna xwe bitewînin.
Di vê boneya pîroz de, em şanaziyê bi wê yekê dikin ku
yekîtiya me bi ruhê heman rojên dijwar dema qurbanîdana şehîdên me berdewam
dike û baştirîn belge jî hilbijartinên vê dawiyê yên Kurdistanê ne.
Îsrar û vîna me ji berdewamkirina rêya şehîdan e ku emanetek
di stuya me de ye, da ku em ne tenê ji bo niha, lê ji bo paşeroja dûr jî ji bo
misogerkirina hemû mafên xwe li ser şopa wê berdewam bin.
Silav li ser giyanê pakê şehîdan û silavên dilsozî û spasî
ji kesûkarên wan û malbatên hêja re.
Politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

