Serjimêriya giştî ya li Êraq û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin
Kurdistan 09:14 AM - 2024-11-20
PUKMEDIA
Nexşeya Êraqê
Sibeha îro Çarşemê, serjimêriya giştî ya xelkê li seranserê Êraq
û Herêma Kurdistanê dest pê kir.
Proseya serjimêriya giştî ya nifûsê îro sibehê dest pê kir,
û dê heya nîvê şevê du rojên din berdewam bike, ku serjimarvan dê serdana her
malekê bikin da ku daneyan temam bikin û piştrast bikin.
Serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê di sala 2024an
de yekem serjimêriya nifûsê ye li welat ji sala 1997an ve, û di rojên 20 û 21ê
vê mehê de pêk tê. zêdetirî 70 pirs ji her malbatê re têne pirskirin.
Qedexeya hatinûçûnê li seranserê Êraqê hatiye ragihandin û
heta nîvê şeva roja pêncşemê berdewam e û divê welatî li malên xwe amade bin
dema tîmên serjimêrî serdana wan bikin û zanyariyên xwe bi awayekî rast tomar
bikin.
400 milyar dînar ji bo serjimêriyê
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimariya Giştî ya Niştecih û xanian
li Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA
ragihand: Zêdetirî 400 milyar dînar ji bo serjimêriya giştî ya nifûs û
niştecihan li Êraq û Kurdistanê hatiye terxankirin. Li Herêma Kurdistanê prose bi
awayekî baş dimeşe, em bang li welatiyan dikin ku di rojên 20 û 21ê de li malên
xwe bimînin û bi tîmên me re hevkariyê bikin, ji ber ku li Herêma Kurdistanê
serjimêriya rast û zanistî heye û gelekî girînge.
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya Herêmê diyar kir: Pir
girîng e welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nekok di proseyê de beşdar
bibin û bersiva 70 pirsên ku ji wan hatine kirin, bidin, ji ber ku her yek ji
wan Pirs armanceke wê ya taybetî heye.
Piştî 27 salan serjimariya yekem
Xala 11 a Qanûna Amar û Agahiyên Erdnîgarî ya sala 2023'an
destnîşan dike ku her 10 salan carekê serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan bê
kirin.
Serjimêriya sala 1957an serjimêriya dawîn bû di serdema
padîşahiyê de û serjimariya sala 1965an jî yekem serjimêriya serdema komarê bû,û
di 1977, 1978, û di 1997 de bêy beşdarbûna Herêma Kurdistanê serjimêrî hat
kirin.
Serjimêriya niha xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku 27 sal
piştî serjimêriya dawî ya nifûsê li Êraqê tê encamdan, û ew proseyeke
geşepêdanê ye ku dê beşdarî nûkirina dane û nîşaneyên xeta hejariyê li Êraqê
bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

