Sibe Serjêmirî li Herêma Kurdistan û Êraq`ê dê bê encamdan

Kurdistan 10:47 AM - 2024-11-19
Nexşeya Êraq`ê PUKMEDIA

Nexşeya Êraq`ê

Sibe; rêkefta (2024-11-20) an proseya Serjimêriya Giştî li Êraq û Herêma Kurdistan`ê dê dest pê bike; û heya 2 rojan dê berdewam bike;ku nêzîkî 40 salan e li Êraq`ê bi giştî ew prose ne hatiye encamdan; ji bo vê mebestê heta 21 û 22ê Mijdarê saet 12:00 li hemû deverên Êraq û Herêma Kurdistan`ê qedexeya derketina derve tê ragihandin; û divê welatî dema serdana bijmêran de bikin û bersiva pirsên xwe bidin.

Hevdem qonaxa yekem ya serjimêriya Herêma Kurdistan`ê û Êraqê ji roja( 15.11.2024) an dest pê kir û îro jî dê berdewam bike, tîmên me dê serdana malên welatiyan bikin daku hijmara endamên malbatan bizanin.

Hebûna Kurd li deverên veqetandî girîn e

Fehmî Burhan; Serokê Desteya deverên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistan`ê ji Malpera fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Li gorî me ku dema serjimêriyê ne guncaw e, lê niha ew prose tê birêvebirin, hebûna Kurdan li deverên Kurdistanî buha û nirxekî zaf heye; tevî ku gelek Kurd niha aware ne, û li bajarê xwe nîne li deverên veqetandî ne.

Fehmî Burhan dibêje: Ji dema  avabûna dewleta Êraq`ê û heya niha 10 sal derbas nebûye ku Kurd ji Kerkûk`ê ne hatibin derxistin, ji ber wê jî pir girîng e ku di vê serjimêriyê de ew vegerin û xwe tomar bikin û resentiya bajêr biparêzin.

Serjimêrê proseyek e girîng e

Encamdana serjimêriyê ji bo Kurd gelekî girîng e; ku bi wê yekê dikarin Kurdistanîbûna deverên veqetandî biselmînin; Rêveberê Serjimariya Giştî ya Akinciyên Herêma Kurdistan`ê got: Girîng e ku xelkê Herêma Kurdistan`ê û Kurdên li deverên veqetandî bi awayekî çalak beşdarî vê proseyê bibin.

Mehmûd Osman ; Rêveberê Cîbicîkar yê Serjimêrita Giştî yê akinciyên Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ji PUKMEDIA re ragihand: Serjimarî ji bo 44 Milyon xelkê Êraq`ê proseyeke gelek girîng e, ji ber wê jî zêdetirî 400 Milyar Dînar ji bo pêkanîna wê hatiye terxankirin û ji sedî 70 dirav bi kompaniyên biyanî hatine dayîn ji bo data navend û alavên din yên elektronîk.

Nvbirî aşkere jî kir ku; Girîng e ku gelê Herêma Kurdistan`ê û Kurdên li navçeyên veqetandî bi awayekî çalak beşdarî vê proseyê bibin û bersiva 70 pirsên ku ji wan tên kirin, bidin, ji ber ku; li pişt her pirsekê armancek heye,digel wê yekê jî; me hewl daye eger her metirsiyek li ser ji holê rake; di vê pêvajoyê de xalên Madeya 140 û Wezareta Plandanînê gefên min ji Sero Komar û Serok Wezîrên Êraq`ê re gihandiye.

Di dirêjahiya dîroka Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistanê de (Kerkûk) bûye xala sazişnekirina Kurdan, lewra di dema rûxana rejîma Be`is yê herifî de, siyaseta bi Erebkirin û dûrxistina Kerkûk`ê û navçeyên Kurdistanî rû bi rû maye û Kurdên wî bajarî derbider kirine û koçber bûne û Ereb li şûna wan hatine bi cih kirin û mal û mulkên Kurdan dane Ereban; di Parêznameya dîrokî de Serok Mam Celal nasnameya Kerkûk`ê bi nexşeya serdema Osmaniyan dubare kir û niha amadebûna Kerkûkiyan ji bo Serjimêriya Giştî ya sala 2024 an temamkerê parêznameya dîrokî yê Mam Celal e.

Biryar e Serjimêrî dê di rojên 20 û 21ê Mijdara 2024an de  li Êraq û Herêma Kurdistan`ê were kirin, ku proseyek e girîng e ji bo 44 Milyon kesan li Êraq`ê bê encamdan; ji ber wê jî zêdetirî 400 Milyar Dînar ji bo pêkanîna serjimêriyê hatiye terxankirin, herwiha 120 Hezar serjimêrkar li Êraq û Herêma Kurdistan`ê dê beşdarî serjimêriya giştî bibin û her bijimêrek li bajaran 120 malbat bi wan hatine dayîn û li gundan jî 40 malbat hatine dayîn; bi awayekî giştî, tîm dê sê caran serdana her malbatekê bikin ji bo piştraskirina  zanyariyan; û bersiva zêdetirî 70 pirsan ji malbatên ku serdana wan dikin bistînin û roja 10-12- 2024 an bi temamî prose dê bi dawî bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike