Talebanî: Girîng e Herêma Kurdistanê xwedî destûr be

Kurdistan 09:04 PM - 2024-11-18
Talebanî bi şandeke Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê re civiya Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Talebanî bi şandeke Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê re civiya

Amerîka,Birîtaniya,Aştî Aborî

 

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Odeya Bazirganî ya Amerîkayê - Kurdistan bi serokatiya David Tayîfurî serokê encûmenê behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Kurdistanê de kir.

Di civîna roja Duşemê (18.11.2024) de, Qubad Talebanî, ku yek ji damezrînerên Odeya Bazirganî ya Amerîkayê– Kurdistan piştgiriya xwe bo encûmenê dûpat kir û hêvî xwest ku hejmara kompaniyên endam di encûmenê de zêdetir dibe. Sal bi sal meclîs mezin dibe û ev jî nîşaneke girîng e.

Şîrket û karsazên Amerîkî zêdetir bala xwe didin ku bi Herêma Kurdistanê re kar bikin.

Mijareke din a civînê jî qonaxa piştî hilbijartinên Kurdistanê bû. Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku divê di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya xizmetguzariyê li Kurdistanê were avakirin ku hêviyên welatiyên Kurd û dostên Herêma Kurdistanê pêkbîne.

Di vê çarçoveyê de amaje bi wê yekê jî kir ku giringe Herêma Kurdistanê xwedî destûr be û got: Erkê vê rûniştina parlamentoyê ye ku li ser destûrê kar bike û yasayên ku geşepêdana sermayeguzariyê li Kurdistanê teşwîq dikin bên guhertin yan pesendkirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa ne aramiya navçeyê û berdewamiya metirsiya terorîstan hat kirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî got: DAIŞ hîn metirsiyeke cidî ye bo ser ewlekarî û aramiya navçeyê û di dawîtirîn kiryara terorîstî ya duhî de jî çendîn kes bi bombeyên ku ji aliyê vê girûpa terorîstî ve hatibûn çandin, hatin kuştin. Got jî: ev bûyer îsbata wê yekê ye ku divê hevkarî û hemahengîya di navbera hêzên ewlekarî yên Kurdistan û Îraqê û hêzên Amerîkî bo şerê dijî terorîstan bê zêdekirin.

Ji aliyê xwe ve, şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê spasiya Qubad Talebanî kir ji bo piştgiriya  berdewam bo Encumenê. Wan amaje bi wê yekê jî kir ku, Herêma Kurdistanê cihekî aram û guncaw e ji bo geşepêdana sermayeguzarî û bazirganiyê li herêmê û di vê çarçoveyê de daxwaza xwe ya zêdetir karkirina ligel Herêma Kurdistanê nîşan dan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket