IHEC: Lijneya Dadweriyê Hemû Giliyên Li Dijî Encamên Hilbijartinê betal kir
Kurdistan 03:22 PM - 2024-11-18
PUKMEDIA
Logoya IHEC & Parlamentoya Kurdistanê.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan hemû 41 gilî li ser encamên dawî yên hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê red kiriye.
Berdevka IHEC Cumana Gelayî ji PUKMEDIA re ragihand ku Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan her 41 gilî li ser encamên dawî yên hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê red kir.
Di 30ê Cotmeha 2024an de, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê encamên dawî yên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir û di nava 3 rojan de 41 gilî li dijî encamên hilbijartinan hatin kirin.
Dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên 18 û 20ê Cotmeha 2024ê yên Parlamentoya Kurdistanê birêve çû, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 409 hezar û 548 dengan li her çar navçeyên Herêma Kurdistanê 23 kursî ji 100 kursiyên parlamentoyê bidest xist.
Serokê Kurdistanê: Partiyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû dê dest bi gotûbêjan bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir îro yekşemî 16.11.2024 di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû, ku tê çaverêkirin ku encamên dawî yên hilbijartinan di nava heftiyekê de werin eşkerekirin.
“Piştî wê, aliyên siyasî dê dest bi gotûbêjan bo pêkanîna kabîneya nû bikin.
Berdevkê YNK'ê Saadî Ehmed Pîre beriya niha di civîneke çapemeniyê de ragihandibû, piştî ku encamên hilbijartinan ji aliyê desteya dadwerî ve were pesendkirin, di demeke nêzîk de dê aliyên Kurdistanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

