Şoreş Îsmaîl: Hêzên Pêşmerge bi cangorî terorîstan ji nav dibin
Kurdistan 06:14 PM - 2024-11-17
Ajans
Şoreş Îsmaîl: Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê
Şoreş Îsmaîl ; Wezîrê
Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ragihand, xelkê Kurdistan`ê piştrast e
ku hêzên Pêşmerge ji bo parastina gel û axa xwe û jinavbirina terorîstan amade
ne ku bi hevkariya Artêşa Êraqê dê ji bo parastina gel û axê û jinavbirina
terorîstan li wan deveran dê berdewam bin.
Şoreş Îsmaîl; Wezîrê
Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşa
terorîstî ya îro li devera Pelkane ku kopiyek ji wê ji PUKMEDIA re hatiye
şandin, ragihand: Bi
dilgiraniyek e mezin îro danê sibê bombeyek ku bombeyek çandî bi otombîleke
leşkerî ya Fewca 3 ya Lîwaya 1 a girêdayî Wezareta Pêşmerge û Artêşa Êraq`ê ve
li devera Dûzxurmatû teqiya û mixabin di encamê de Eqîd Rukin Saman Sabir
Silêman, fermandarê Fewca siyem, Eqîd Endezyar Mihemed Reza Kerîm, efserê
endezyarî yê Firqeya 9 ya Artêşa Êraq`ê û (NV) Şerîf Ehmed Mihemed di bûyera
terorîstî de şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de
hatiye: Em ji malbat û heval û hevsengerên wan re sersaxiyê dixwazin; û ji
Xwedayê mezin dixwazin ku ruhê wan bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê
bide malbat, rêheval û hevsengerên wan, û
me û hemû Kurdistaniyan; her
wiha em ji birîndaran re jî çakbûnek lezgîn û saxlemiyê dixwazin.
Her weha gotiye: Em
ji gelê Kurdistan`ê re piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge bi her awayî amade ye gel
û axa Kurdistan`ê biparêze û terorîstên li Êraq`ê ji nav bibin û tekez kir ku
liv û metirsiyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hîna bi dawî nebûye; bi taybetî li wan deverên ku valatiya ewlekariyê
yên deverên di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa
Êraq`ê de hene.
Di daxuyaniyê de
hatiye gotin: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan`ê bi cangorî ji bo ji navbirina
terorîstan amade ne; û bi alîkariya Artêşa Êraq`ê li wan deveran bo ji navbirina terorîstan dê berdewam bin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

