2 efser û endamekî hêzên Pêşmerge şehîd bûn

Kurdistan 12:19 PM - 2024-11-17
Teqîna li navçeya Pelkene Kurdsat News

Teqîna li navçeya Pelkene

Pêşmerge

Îro yekşemî bombeyeke di nav otombêla lîwayên hevbeş ên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de teqiya û di encamê de 3 kes şehîd bûn.

Çavkaniyekî agehdar ji PUKMEDIA yê re ragihand: Li devera Pelkeneya ser bi navçeya Xurmatû ya ser bi devera Germyan ve, bombeyeke di otomobîleke foca 3 ya Lîwaya 20 ya Hevbeş a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de teqiya.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: Di encama teqînê de fermandarê desteyê focê Saman Sabêr Silêman û efserê endazyariyê û endamekî hêzên eqîd Mihemed şehîd bûne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike