Muhammed Şîa Sûdanî çelenga dilsoziyê datîne ser gora Serok Mam Celal
Kurdistan 06:34 PM - 2024-11-13
PUKMEDIA
Serokwezîrê Iraqê ser gora Serokomar Mam Celal
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî îro danê êvarê gihîşt Silêmaniyê û di yekem rawestgeha serdana gora Serok Mam Celal kir û destegul bi rêz û wefadarî danîn ser gora wî.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî li Silêmaniyê serdana mezargeha Serok Mam Celal kir û di deftera perestgehê de nivîsî:’’Em hêvî dikin ku kur û rêhevalên Serok Mam Celal li ser rêya wî berdewam bin.”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî îro danê êvarê gihîşt bajarê Silêmaniyê û serdana mezara Serok Mam Celal kir û gul danîn ser mezargeha wî.
Wî di bîranîna mezargehê de nivîsandiye: Serok Mam Celal sembola niştimanî ya Iraqê bû û li dijî dîktatoriyê şer kir û di avakirina Iraqa nû û proseya siyasî de rolek mezin lîst.’’
“Divê em ji riya tekoşîna Serok Mam Celal û xema wî ya mezin ji bo yekitiya netewî, pêşxistina berjewendiyên giştî û parastina mafên hemû civakan ders derxin.’’ Heri wiha nivîsî.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bila ruhê Mam Celal şad be û em hêvîdar in ku kur û hevrêyên wî li ser rêya wî berdewam bin.’’
Serokwezîrê Iraqê îro danê êvarê gihîşt firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Dr. Rêheval Ebûbekir, parêzgarê Silêmaniyê û hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat pêşwazî kirin.
Li gorî nûçeya PUKMEDIA'yê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî piştî serdana mezara Serok Mam Celal bi Serok Bafil Celal Talebanî li Dabaşan di civînê de ye û behsa hilbijartina kabîneya nû, proseya serjimêriya Iraqê, bûdce û mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê û zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera YNK û hikûmeta Iraqê wê bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

