Serokwezîrê Iraqê gihîşt Silêmaniyê
Kurdistan 05:25 PM - 2024-11-13
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê
Serokwezîrê Iraqê û Serokê YNKê
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî îro danê êvarê gihîşt firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Dr. Rêheval Ebûbekir, parêzgarê Silêmaniyê û hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat pêşwazî kirin.
Li gorî nûçeya PUKMEDIA'yê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dê li Silêmaniyê serdana mezara Serok Mam Celal û piştre jî bi Serok Bafil Celal Talebanî li Dabaşan hevdîtin bike.Di civînê de behsa hilbijartina kabîneya nû, proseya serjimêriya Iraqê, bûdce û mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê û zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera YNK û hikûmeta Iraqê bê kirin.
Şêwirmendê Serokê YNKê Bêstûn Fayîq ji PUKMEDIA re ragihand: “Yek ji mijarên herî girîng ên civînê ewe ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî careke din ji bo wê postê destnîşan bike, ji ber ku diyar e YNK hêzeke bibandor e. "Piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo serokwezîrê Iraqê di vî warî de girîng e."
Fayeq her wiha got: “Di civînê de behsa pêkanîna hikûmeta nû, serjimêriya giştî ya Iraqê, mûçe û bûdceya xelkê herêmê û mûçeyên fermanberên herêmê jî tê kirin ku projeya xwe li ser van mijaran heye.''
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî îro çarşemî 13.11.2024ê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê çend berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.Îro danê êvarê gihîşt bajarê Silêmaniyê û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

