Şêwirmendê Serokê YNKê: Serok Bafil dê bi projeyekê ligel Serokwezîrê Êraqê bicive
Kurdistan 01:30 PM - 2024-11-13
Nivîsgeha Ragihandinê yê serokê YNK
Serok Bafil û Mihemed Şeya Sûdanî
Şêwirmendê
serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand, mijarên sereke yên
civîna Serok Bafil û Serokwezîrê Êraqê dê hilbijartin, pêkanîna kabîneya nû,
serjimêriya Êraqê, bûdce û mûçeyê xelkê Herêmê be û dibe pêşxistina zêdetir
pêwendiyê yekîtî û dibêje: YNKê weke hêzeke siyasî ya bibandor li Êraq û Herêma
Kurdistanê projeya xwe heye.
Serdanek girîng
Şêwirmendê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bêston Fayq ji PUKMEDIA re ragihand: Bafil Celal Talebanî dê çend dosyayên girîng ligel Serokwezîrê Federalî Mihemed Şeya El Sûdanî gotûbêj bike.
Got jî: Di civînê de dê mijarên serjimêriya giştî, mûçe, encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin û serdana serokwezîr bo Silêmaniyê jî mijareke girînge, û hêz, pêgeh û giraniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nîşan dide.
Projeyek yekgirtî ji bo avakirina hikûmetê
Bêston Fayek dibêje: Yekîtiya Niştimanî ji bo çawaniya beşdarbûna di hikûmeta nû de û geşkirina Herêma Kurdistanê xwedî projeyek yekgirtî ye.
Got jî: Proje di nav xwe de, bi dawî anîna kêşeyên kevin dihewîne û Yekîtîya Niştîmanî jî xwedî nêrîneka zelal e û hemû sozên serok Bafil Celal Talebanî wê di çarçoveya pirojeya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê de bin.
Divê mûçeyên karmendan bêne garantî kirin
Bîston Fayk dibêje: Serok Bafil Celal Talebanî nîgeran e ku mûçeyên karmendan careke din bibe qurbanê nekokiyên siyasî ji ber ku berê karmendan rastî birîna mûçe hatine.
Got jî: Niha serok Bafil Celal Talebanî nîgeran e ku mûçeyên karmendan careke din bi navên din bên birîn, wek pirojeya hejmara min, lewra daxwaza cîbicîkirina mûçeyên karmendan di bankên federalî de dike bo parastin û garantîkirina mûçeyên wan bi yek carî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

