Serokwezîrê Federal gihîşte Herêma Kurdistanê

Kurdistan 09:22 AM - 2024-11-13
Serokwezîrê Federalî Mihemed Şeya Sûdanî Nivîsgeha Ragihandinê ê serokwezîr

Serokwezîrê Federalî Mihemed Şeya Sûdanî

Êraq

Serokwezîrê Federalî Mihemed Şeya El-Sûdanî îro Çarşemê giheşte Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girîng .

Çavkaniyekî agehdar ji PUKMEDIA re ragihand: Serokwezîrê Federalî Mihemed Şeya El-Sûdanî ji bo hevdîtina bi rayedarên hikûmetê re giheşte Hewlêrê, û wê sardana bajarê Silêmaniyê jî bike û li gel Seokê YNK Bafil Celal Talebanî bicive.

Çavkaniya han eşkere kir: Di vê serdanê de Serokwezîrê Federalî dê çend dosyeyên girîng yên siyasî û aborî û dosya destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, dosyeyên mûçe, bûdce û serjimêriya giştî ya xelkê gotûbêj bike.

Çavkaniya han eşkere kir: Serokwezîr di vê serdanê de li gel berpirsên Herêma Kurdistanê jî dê pirsa encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket