Talebanî: Divê hikûmeteke dadperwer bê avakirin
Kurdistan 05:20 PM - 2024-11-12
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Cîgirê serokwezîr û konsulê nû yê Misirê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Misirê Mehmûd Farûq Amer û Konsulê Giştî yê Misrê li Herêma Kurdistanê kir.Di civînê de behsa çawaniya bihêzkirina peywendiyên her du aliyan hate kirin.
Di destpêka civîna roja sêşemê li Hewlêrê, Qubad Talebanî pîrozbahiya destbikarbûna Konsulê Giştî yê nû kir. Amadebûna xwe û ofîsa cîgirê serokwezîr ji bo her alîkarî û asankariyê ji bo zêdetir xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de nîşan da.
Cîgirê serokwezîr piştre amaje bi peywendiyên dîrokî yên navbera Misir û Herêma Kurdistanê kir û rola Serok Mam Celal bi bîr xist ku hewl dida peywendiyên di navbera her du welatan de çêbibe û bihêztir bibe û eşkere kir ku di vê qonaxê de, Herêma Kurdistanê di hemû waran de baştirîn û bihêztirîn peywendiyên ligel Misirê dixwaze.
Di civînê de behsa qonaxa piştî hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî hat kirin û di vê derbarê de, Qubad Talebanî tekez li ser hewlên pêkanîna hikûmeteke xizmetguzarî û dadperwerî kir ku xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bike.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa bihêzkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Misirê di warên çandî, çandinî û geştiyariyê de hate kirin. Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku derfetên baş ji bo pêşxistina peywendiyan di her sê waran de hene û pêwîst e li gorî planeke hevbeş û berjewendiyên hevbeş ji bo pêşxistina peywendiyan di her sê waran de kar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

