Dubarebûna kêmasiyên lîsteya mûçeyan
Kurdistan 04:40 PM - 2024-11-11
PUKMEDIA
Pereyê iraqî
Berdewamiya pişkinîna lîsteya mûçeyên di navbera Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêmê û Wezareta Darayî ya Federalî her tim pirsgirêkê çêdike û li gor zanyariyên (PUKMEDIA) ev pirsgirêk dibin sedem ku mûçeyên meha 10 ji bo herêmê neyên şandin ji Bexdayê.
Jêderekî nenas ji Komîteya Darayî ya Parlamentoyê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re tekez kir, ku lîsteyên ku ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêmê ji bo mûçeyên meha 10ê bo Wezareta Darayî Federalî hatine şandin û kontrolên Wezareta Darayî ya Federal û Çavdêriya Darayî ya Federal nîşan da ku di wan de pirsgirêk hene û lîsteyan vedigerin herêmê.
El-Mesad diyar kir ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê careke din lîsteyeke nû ya mûçeyan ji Iraqê re şandiye û niha ji aliyê Çavdêriya Darayî ya Federalî ve tê kontrolkirin.
Li gor zanyariyên (PUKMEDIA), malpera fermî ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê, eger piştî kontrolkirina lîsteyên ji aliyê Çavdêriya Darayî ya Federalî ve ti pirsgirêkek nû dernekeve, Wezareta Darayî ya Federal dê mûçeyên meha 10ê bişîne Herêma Kurdistanê.
Jêderê di komîteya darayî ya parlamentoya Kurdistanê de diyar kir: “Ev pirsgirêk her meh di navbera wezaretên darayî yên herêmê û Iraqê de tên dubarekirin û dibe sedema paşxistina mûçeyên Herêma Kurdistanê.”
Wezareta Darayî ya Federalî dest bi parvekirina mûçeyên meha 11ê li ser karmendan li Iraqê kiriye, lê ji ber paşxistina şandina lîsteyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, mûçeyê meha 10ê li ser karmendên Herêma Kurdistanê nehatiye parvekirin pirsgirêka berdewam dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

