Serokomar: Em ê li dijî guherîna avhewayê şer bikin
Îraq 02:50 PM - 2024-11-11
Malpera serokatiyê
Serokomarê Azerbaycanê û Serokomarê Iraqê
Cenabê Serok Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd îro duşemî 11.11.2024 li baregeha konferansa avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP 29 li Bakûya paytexta Azerbaycanê bi cenabê Serokomarê Azerbaycanê re Birêz Îlham Heyder Aliyev civiya.
Di hevdîtinê de ku li baregeha Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuya paytexta Azerbaycanê hat lidarxistin, peywendiyên kûr ên di navbera Iraq û Azerbaycanê de di astên curbicur de hatin gotûbêjkirin û Serokomar li ser giringiya berfirehkirina hevkariyan li gel Azerbaycanê tekez kir li ser warên aborî, pîşesazî, veberhênan, tûrîzm, jîngeh û enerjiyê ji bo berjewendiya herdu welatan.
Di hevdîtinê de her wiha mijarên Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) hatin gotûbêjkirin û di vê çarçoveyê de Serokomar bal kişand ser girîngiya aktîvkirina mekanîzmayên hevkarî û hemahengiya dualî û navneteweyî di warê têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de.
Di hevdîtinê de çendîn mijarên navçeyî û cîhanî hatin gengeşekirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina hewlên navnetewî ji bo çareser kirina pirsgirêkên heyî û kar bo dawî anîna wan pirsgirêkan kirin, bi awayekî ku bingeha aştî û asayîşa navnetewî pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve Îlham Aliyev xweşhaliya xwe ji bo serdan û beşdariya serokomar di konferansê de nîşan da û tekezî li ser pêgiriya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên digel Iraqê di warên cuda de kir.
Di civînê de, Wezîrê Tendirustiyê Dr.Saleh Hesnewî, Serokê Dîwana Serokatiyê Dr.Kamil Duleymî û Serokê Lijneya Çandinî, Av û Daristanan a Encûmena Nûneran Faleh Xezalî amade bûn.
Serokomar îro danê sibê gihîşt Balafirgeha Heyder Aliyev a Bakûyê û li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev dê beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

