Nermîn Merûf: Serrastkirina bûdceyê dê bê parlemanê
Kurdistan 04:11 PM - 2024-11-10
PUKMEDIA
Civata Nûnerên Êraq`ê -Dînarê Êraqî
Têçûna Nefta
Herêmê ku biryara Civata Wezîran li ser hatiye dayîn; hatiye êxistin nava pirsa
serrastkirina proje yasaya budceya sala 2025 an ya Êraq`ê; û endamek ya
komîteya Darayî jî dibêje: Pêwîste di dema heyvekê de deng li ser wê proje
yasayê bê dayîn; û eger ew madeya têçûna nefta herêmê bê pesendkirin, Herêma
Kurdistanê dikare hinartina nefta xwe ji nû ve dest pê bike.
Dr. Nermîn
Merûf; Endama Komîteya Darayî ya Parlemana Êraq`ê ji malpera fermî ya Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand; biryar e ku di vê hefteyê de serrastkirina
yasaya bûdceyê bigihêje Civata Nûneran; û hefteya bê jî xwendina yekem û duyem ji
bo wê babetê bê kirin.
Dr.Nermîn
Merûf got: Di serrastkirina yasayê de ew madeya ji bo wê hatiye zêdekirin ku
peywendîdar e bi têçûna nefta herêmê, tê çaverêkirin ku jî di nava heyvekê de ku werzê yasadanana Civata
Nûneran hatiye dirêj kirin deng li ser wê bê dayîn.
Navbirî asker
jî kir ku; eger ew made di Civata Nûneran dengên pêwîst bidest bixe, êdî herêm
dikare bi riya Kompanya ya (SOMO) hinartina nefta xwe jinûve dest pê bike.
Ev yek di
demekê de ye ku; di civîna roja (05-11-2024) an Civata Wezîrên Êraq`ê bi
serokatiya Mihemed Şeyah Sûdanî; Serok Wezîrên Êraq`ê; biryar dabû li ser
xerciyên siyadî yên Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ji bo têçûnên berhemanîn û
veguhestina neftê;li hemberî ew nefta ku ji aliyê herêmê ve tê ji aliyê kompanya
bi bazakirina nîştimanî SOMO û Wezareta Nefta Federalî werdigire; ku her bermîlekî
bi 16 Dolaran tê texmînkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

